Diyarname
Di danişîna îro ya parêzerên Ocalan de 9 parêzerên wî serbest hatin berdan. Heman rojê Şaredarê Pîranê Mustafa Uyguner hat tewqîfkirin.
9 parêzerên Ocalan hatin berdan
Parêzerên ku hatine berdan ev in: Mahmut Alinak, Yaşar Kaya, Veysel Vesek, Mehmet Nuri Deniz, Cemo Tuysuz, Aydin Oruç, Osman Çelik, Hakzan Sadak, Huseyin Çalişçi.
Siyasetmedar nehatin berdan
Di vê navberê de parêzeran serî li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê da û xwest Mebûsa Şirnexê Selma Irmak, Mebûsê Wanê Kemal AKtaş, Şaredarê Batmanê Nejdet Atalay, Serokê ÎHD'a Amede yê berê Muharrem Erbey, Şaredarê Yenîşehîrê yê berê Firat Anli û Şaredarê Şirnexê Ahmet Ertak bêne berdan lê dadgehê ev daxwaza parêzeran nepejirand.
Şaredar Uyguner hat girtin
Her wiha Şaredarê Pîranê Mustafa Uyguner* ku vê sibê hatibû binçavkirin, hat tewqîfkirin. Uyguner şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.
***
*Nûçeya eleqedar: