Diyarname
Nivîskar û aborînas Dr. Nebî Kesen li Hamburga ALmanyayê di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.
Kesen êvara 11'ê mehê saet li dor 22'yan nexweş ket û ew rakirin Nexweşxaneya St. Georg lê digel hemû hewldanan jî nekarîn wî li jiyanê vegerînin.
Dr. Nebî Kesen ku zewicandî û bavê zarokek bû di 20'ê adara 1963'yan de li Cîhanbeyliya Konyayê hatibû dinyayê. Di dema derbeya 12'yê Rezbera 1980'yan ji mecbûrî derket derveyî Tirkiyeyê. Wî demek dirêji di rojnameya Ozgur Polîtîkayê de qunciknivîskarî kir. Kesen hefteya borî beşdarî Festîvala Çanda Kurdan a li Mannheima Almanyayê li dar ket bûbû. Di 15'ê kewçêra îsal de li Meclisa Almanyaya Federal dê meseleya "Bila nasnameya kurdî bê qebûlkirin" bê nîqaş kirin. Ji bo "Bila nasnameya kurdî bê qebûlkirin" Kesen jî di nav kesên îmze dane de bû.
Dr. Nebî Kesen ku dixtoraya xwe li ser Yekîtîya Ewropayê (YE) kiribû heta niha li ser YE û kurdan pirtûk nivîsandibû û di heman demê de gelek xebatên wî yên li ser polîtîkaya koçberan hene.


