Diyarname
Tam 6 tîmên Almanyayê hefteyeke nebaş derbas kirin... Kaneyê vê mehê tam 13 gol avêtin û PSG her dibe gol û dibare. Vane 3 nûçeyên ku derketine pêş.
Kane gihîşt Messi û Ronaldo
Lîstikvan Harry Kane di meha rezberê de golavêtina xwe bi hemû gurahiyê didomîne. Di maça Tottenham û Huddersfieldê de Tottenhamê maç bi 4-0 bi dest xist û di maçê de Kane 2 gol avêt. Lîstikvanê îngilîz Kane bi vê yekê di meha rezberê de bû 13 gol ku diavêje. Kane ku meha borî qet gol neavêtibû vê mehê 13 heb avêtin gihîşt Messi û Ronaldo ku wan jî vê mehê tam 13 gol avêtine.
PSG'ê nîv duzîne gol avêtin
Tîma fransiz PSG ku nava hefteyê di Lîga Şampiyonan de 3 gol avêtin tîma mezin a alman Bayer Munihê, di lîga xwe de jî ranaweste. PSG'ê tam 6 gol avêtin Bordeauksê û bi 22 pûanan yekemîniya xwe dom kir: Li dû wê Monaco xwedî 19 pûanan e.
Ji bo tîmên alman hefteyek nebaş derbas bû
Nava hefteyê maçên Lîgên Şampiyonan û Lîga Ewropayê hatin lîstin. 6 tîmên alman di van lîgan de dilîzin û ji van yek jî bi ser neket. 36 sal berê tîmên Rojava û Rojhilatên Almanyayê têk çûbûn û niha ev yek dubare bû. Di Lîga Şampiyonan de Bayern Munih, Borussia Dortmund û RB Leipzig; di Lîga Ewropayê de jî Hoffenheim, Hertha Berlin û Koln têk çûn.
Bayerê ji PSG'ê 3, Dortmundê ji Real Madridê 3 gol û RB Leipzingê ji Beşîktaşê 2 gol xwarin.
Koln li hemberî Kizilyildizê bi golek, Hoffenheim li hemberî Ludogorets bi du golan têk çû. Herta Berlin jî li Ostersunê destvala vegeriya mala xwe.