Diyarname
Doza 44 rojnamegerên taloqî 12'yê sermawezê kirin. Parêzer Eren Keskîn got: "Li vê derê gelê kurd, çapemeniya kurd tê darizandin."
Doza 36 jê girtî 44 rojnamegerên kurd ku îro sê roj in li Çaglayana Stenbolê dom dikir heta 12'yê sermawezê hat taloqkirin.
Serê sibê di danişînê de parêzeran got ku di salvegera Derbeya 12'yê Rezberê de darizandinên 12'yê Rezberê didomin û dadgeh protesto kir.
Rojnamegerên girtî jî bandên reş li devê xwe dan û heyeta dadgehê protesto kirin. Rojnamegeran pişta xwe li heyeta dadgehê kir, jendirmeyan xwest mudexeleyê rojnamegerên girtî bike; ji bo kurtedemekê xirecir derket. Paşê jendirmeyan girtî derxistin derve.
Vane hin dîtinên li ser dadgehê:
Parêzer Eren Kekin:
Li ser dozê parêzer Eren Keskin bal kişand ser gotinên Serokê Dadgehê Ali Alçik ên wekî "Li vir gelê kurd, çapemeniya kurd nayê darizandin" û got: "Tam jî gelê kurd, çapemeniya kurd tê darizandin. Berê me gilî li dadgehê dikir, me digot dadgeh di destê mîlîtarîzmê de ye. Lê niha êdî di destê AKP'ê de ye. Min di cihê Serokê Dadgehê Ali ALçik de Tayyip Erdogan dît. Di darizandinê de siyasîbûn didome."
Parêzer û mebûsê BDP'ê Hasip Kaplan:
- 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran keti cihê 12'yê Rezberê. Emê mijarê bibin meclisê.
Mebûsa BDP'ê Sehabat Tuncel:
- Îro, di sala 2012'yan de Derbeya 12'yê Rezberê careke din hatiye nûkirin.
Parêzer Ercan Kanar:
- Ev sê roj in eynî wekî di dema Derbeya 12'yê Rezberê de darizandin pêk tên.


