Diyarname
Xelatgirên 27'emîn Pêşbaziya Musa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. Yên bi ser ketin bi merasimek bêne xelatkirin.
BEŞA KURDÎ
Di beşa “Nûçeya kurdî” de du nûçe hêjayî xelatê hatin dîtin. Nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ya bi sernavê “Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT’ê ji malbatê re şandin” Fahrettîn Kiliç û Ayşe Surme amade kiribû, her wiha nûçeya “Me xwe gihaşt nameya Î.E. ya ku çawişê pispor tecawizî wê kir” ku nûçegihana JINNEWS’ê Medya Uren amade kiribû bi ser ketin.
BEŞA TIRKÎ
Di beşa “Nûçeya tirkî” de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Erdogan Alayûmat bi nûçeya xwe ya “261 cenaze li peyarêyê hatin veşartin” bi ser ket
XELATA TAYBET
Di beşa “Xelata Taybet a Jûriyê ya Nûçeya Tirkî” de jî nûçeya “Bi şîfreya rêwî penaberan veguhezandin mirinê” ya rojnamegerê Ercument Akdenîz bi ser ket. Nûçe di rojnameya Evrenselê de hatibû weşandin û qala koçberên ku di Gola Wanê de noqav bûbûn dikir.
XELATA ERSOZ
Di beşa “Nûçegihana Jin a Gurbetellî Ersoz” de jî ji rojnameya Karinca Sîbel Yukler bi nûçeya xwe ya “Hema bêje polîsan Emîne Bûlût sûcdar kiriye” hêjayî xelatê hat dîtin.
XELATA JÛRIYÊ
Di beşa “Xelata Taybet a Jûriyê ya Nûçegihaniya Jin” de jî nûçeya “Dayika ku bû şahidê mirina keça xwe ya bi destdirêjiyê rûbirû hatiye hiştin” a nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Dîlek Oncel hêjayî xelatê hat dîtin.
XELATA WÊNEYÊ
Di beşa “Wêne” de jî du wêne hêjayî xelatê hat dîtin. Wêneyê “Dorpêç” ê rojnameger Zeynep Kuray” ku parlementerên HDP’ê di dorpêça polîsan de bûn kişandibû bi ser ket.
Her wiha wêneyê bi navê “Wêneyê Tirkiyê” yê rojnameger Fatoş Erdogan ku merasima cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk girtibû jî hêjayî xelatê hat dîtin.
XELATA JURIYÊ
Seda Taşkin ku li Heskîfê Wêneyek kişandibû bi navê "Heskî" ji pêşbaziyê re şandibû bi “Xelata Taybet a Jûriyê” hat xelatkirin.
BEŞA KARÎKATURÊ
Di beşa “Karîkatur”ê de jî karîkaturê Beşîr Geroglû hêjayî xelatê hat dîtin. Karîkaturê Kiymet Guven jî bi “Xelata Taybet a Juriyê” hat xelatkirin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Pêşbaziya Xelatên Apê Mûsa dest pê kir
Ev fotoyê Seda Taşkin ku li Heskîfa noqavbûyî kişandiye ji aliyê juriyê ve hat xelatkirin.


