NAVENDA NÛÇEYAN
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji bo rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û gefên PDK'ê û hevkariya li dijî Rojava nirxand. Muslim, sedema hêrsa PDK'ê ya li hemberî Rojava raxist ber çavan.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim der barê gefên PDK, hevkariya li dijî Rojava û avakirina Meclisa Rêveberiya Demî de ji bo Yenî Ozgur Polîtîka axivî. Muslim, got ku, PDK ji wan 2'yemîn hêza leşkerî û nîvê hebûna madî xwest, lê got ew tiştên gel, pêşkeş nakin. Muslim da zanîn ku yên peymana Hewlêrê bin pê dikin, partiyên nêzî PDK'ê ne û wiha dom kir: "Me bi xwe pêwîstiyên peymanê bi cih anîn. Lê belê partiyên ENKS'ê di nava xwe de li hev nekirin û nakin. Di navbera wan de nakokî hene. Her wiha ENKS peyman bin pê kir û çû tevlî mûxalefeta Suriyê ya Stenbolê bû."
Muslim diyar kir ku partiyên nêzî PDK'ê tenê rantê difikirin û got: “PDK pêşiya ENKS'ê digire. Nahêle ew bixebitin. Dixwazin tiştên ji rejîmê hatine bi destxistin, bên parvekirin. Em tiştên bi destxistî radestî gel dikin, lê belê yên nêzî PDK'ê wan tiştan ji bo xwe dixwazin. PDK dixwaze li derveyê YPG'ê hêzeke leşkerî ava bike. Me got, li welatekî du hêzên leşkerî nabin û me ew red kir. PDK tevî vê, nîvê hebûna aborî dixwaze. Hemû hebûna aborî ya Rojava, ya gel e, em nikarin tiştên gel pêşkeşî PDK û partiyên din bikin.”
Muslim anî ziman ku ji ber wan ev daxwazên PDK'ê red kirine, loma PDK wisa bi hêrs tevdigere û Rojava tehdît dike. Muslim wisa gotina xwe domand: “Ji ber van gefan li me dixwin. Lewma çeteyan bi ser me de dişînin. Lewma diçin bi Tirkiyeyê re hevkariyê dikin. Lê belê Erdogan jî, PDK jî û Hekîm Beşar û kesên wekî wan nikarin pêşiya îradeya gel bigirin. Gelê kurd çawa çete têk birin, ambargo şikand û derfetên alternatîf afirandin, wê hemû hevkariyan têk bibe.”
Hevserokê PYD'ê destnîşan kir ku wan di encama nîqaş û nirxandinên berfireh de biryara Meclisa Rêveberiya Demî girtiye û got: "Partiyên ENKS'ê bi xwe jî proje erê kirin. Lê belê piştî ku nêrîn planên wan bi cih nayên, helwesta xwe guhertin û dest bi gefan kirin."


