Diyarname
Maçên Dora 16'an ê Kûpaya Dinyayê ya Klûban a FIFA'yê ya 2025'an dest pê kirin. Di maça ku tîma Brezîlyayê Fluminense û tîma Îtalyayê Inter hatin hemberî hev de Fluminenseyê bi 2-0 Inter têk bir û derbasî çarîk fînalê bû.
Di maça li Stada Bank of America ya Charlotte de Fluminense di deqîqeya 3'yan de bi German Cano 1-0 derket pêş. Di temamê maçê de Inter zêdetir xwedî gogê bû lê tîma ku herî zede ataq kirin û firsend bi dest xistin Flumeninse bû. Di 90+3 oe Hercules encam anî 2-0 û maç bi dawî bû.
Di çarîk fînalê de ji tîmên Manchester City - Al Hilal kîjan bi ser bikeve wê bibe reqîbê Fluminenseyê.
Çarîk fînalîstên din
Li aliyê din di maçên dawiya hefteyê hatin lîstin de encam wisa çêbû:
- Palmeirasê - Botafogo: 1-0
- Benfica - Chelsea: 1-4
- PSG - Inter Miami: 4-0
- Flamengo - Bayer Münih: 2-4
Tîmên bi ser ketin derbasî çarîk fînalê bûn.
Di dora 16'a de bernameya maçên din bi vî rengî ye:
- Manchestir City- El Hilal (saet 04.00, destê sibê ji bo 1'ê mehê)
- Real Madrid - Juventus (saet 22.00, 1'ê mehê)
- Borissia Dortmund - Monterey (04.00, destê sibê 2'yê mehê)
Maçên çarîk fînalê 4'ê mehê dest pê dikin.


