logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

2020: Lîsteya pirtûkên ku li Rojava derketine

Rojavayê Kurdistanê di sala 2020'an da, bi weşanxane û rêxistin û nivîskarên xwe ve tenê 31 pirtûkên kurdî weşandine.

  • Dîrok: 05/01/2021
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Ferîd MÎTAN

Rojavayê Kurdistanê di sala 2020'an da, bi weşanxane û rêxistin û nivîskarên xwe ve tenê 31 pirtûkên kurdî weşandine.

Vîrusa coronayê li gel bêaramîya rewşê, kir ku lîsteya weşanên nû bi carekê ve li kêmê bikeve û tevgera weşangerîyê bi temamî sist û qels bibe.

Di vê lîsteyê de; weşanên 3 weşanxaneyan, 2 yekîtîyên nivîskaran, navendeka wergerê û pirtûkên ku bi çapeka taybet ve derketine, cih digirin.

Herî zêde AVA'yê pirtûk derxistine

Ji wan 31 pirtûkên ku derketine, Weşanxaneya Avayê ya navenda wê li Kobanî yê, bi 10 sernavan herî zêde pirtûk çap kirine. Weşanxaneya Şilêrê jî bi çapkirina 7 pirtûkan di rêza duyem de ye û ji nivîskaran herî zêde Konê Reş xwedî berhem bûye, lewra wî 3 pirtûk weşandine.

Dîsa helbest

Her wekî sala 2019'an, di 2020'an de jî herî zêde pirtûkên helbestan hatine çapkirin. Di lîsteya pirtûkên 2020'an de 10 berhevokên helbestan serê lîsteyê digirin.

Balkêş e ku di 2020'an da 5 pirtûkên wergerandî hatine weşandin, çimkî di 2019'an de tenê du pirtûkên wergerê hatibûn çapkirin. Bi wergerê re, berhemên bîranînan jî 5 heb in, roman 4, her yek ji çîrok û jîyanname û folklorê 2 û pirtûkeka dîrokî.

Di nav weşanên 2020'an da, tu pirtûkên rêziman, ferheng, zanist, şano, rexne û wêjeya zarokan nayên dîtin.

Proseya çapê bêserûber e

Bi qasî ku haya me jê heye û em dişopînin, weşanên Ava û Neqşê ne tê de, her çi pirtûkên ku di vê lîsteyê de cih digirin, bi pirsgirêkên kalîte û bêpergalîyê re piranîya wan an bi 50 yan jî bi 100 nusxeyî ve hatine çapkirin

Tenê li Rojavayê û çapa yekem

Berhemên nivîskarên rojavayê Kurdistanê ku li derve hatine çapkirin, her wiha berhemên ku li rojavayê Kurdistanê û ji bo cara duyem li çapê ketine, di vê lîsteyê da cih nagirin.

Ferq û cudahiya di navbera lîsteyên 2019 û 2020'an de ew e ku di vê lîsteyê de berhemên ku bi çapeke taybet ve derketine, li lîsteyê hatine zêdekirin.

* Pirtûkên kurdî/kurmancî yên ku di 2020'an da li Rojavayê Kurdistanê hatine weşandin:

Weşanxaneya Avayê

1- Penageh/ roman/ Merwan Berekat

2- 55 çîrokên 35 salan/ çîrok/ Şahînê Bekirê Soreklî

3- Destxeta Petersburgê/ roman/ Jan Dost

4- Çûkan zimanê min xwar/ helbest/ Ciwan Qado

5- Arvanekî ji peyvan/ helbest/ Ronî Elî

6- Rûmet/ roman/ Vejîna Kurd

7- Kobanîya min/ helbest/ Salih Demîcer

8- Hestên axê/ helbest/ Xebat Şakir

9- Teyar û xezalê/ folklor/ Heysem Mislim

10- Kurd li gor rewşenbîrên ereb/  hevpeyvîn, erebî/ Salar Osê/ Wergera ji erebîyê: Şêrzad Besrawî

Weşanxaneya Şilêrê

1- Mehên Salê/ çîrok/ Birek nivîskar

2- Soryaz 1-2/ roman/ Dîyar Bohtî

3- Serket/ bîranîn/ Husên Engîzek

4- Keça Cûdîya serhildêr/ bîranîn/ Peyman Bêrî

5- Peyvên zêrîn ji kultûra rengîn/ folklor/ Mecîdê Xezê

6- Memê Axê/ jîyanname / Fatma Sîdo

7- Şahidê berxwedanê/ bîranîn/ Cemîl Mezlûm

Weşanên Neqşê

1- Mirîşka ku divîya bifire/ roman, îngilîzî/ Son Mî Hiwang/ Wergera ji îngilîzîyê: Dîyan Cemîl, lêanîna kurmancîya latînî: Izedîn Mihemed

Navenda Mezopotamyayê ya Wergerandinê

1- Textê Peqlaweyê yê xemgîn/ roman, erebî/ Nebîl Milhim/ Wergera ji erebîyê: Ferîd Mîtan

Yekîtîya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê

1- Gava mirî dimirin/ helbest/ Ardilan Abdo

2- Peyala xema/ helbest/ Mihemed Sîno

Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrîyeyê

1- Ji bîrdanka dîrokê/ jîyanname/ Luqman Yûsiv

2- Koça dawî/ roman, erebî/ Mihemed Zekî Yûsiv/ Wergera ji erebîyê: Evdilhekîm Mihemed

Çapên taybet

1- Raburdû û nihoya weşandina pirtûkên bi zimanê kurdî li Tirkîye û Sûrîyeyê/ lêkolîn, îngilîzî/ Mehmed Malmîsanij/ Wergera ji îngilîzîyê: Dilovanê Deştê

2- Jîyana Oxirê/ helbest/ Zahid Mehmûd

3- Sawa Evînê/ helbest/ Zahid Mehmûd

4- Qamişlo-Pol/ helbest û pexşan/ Konê Reş

5- Ji ger û serdanên min/ bîranîn/ Konê Reş

6- Ji tûrikê min/ bîranîn/ Konê Reş

7- Şoreşên gelê kurd... rastî û sedemên hilweşînê/ dîrok/ Berzanî Ferman

8- Raperîn/ helbest/ Xembar Gul


Têbinî: Hevalê me Ferîd Mîtan ev lîste amade kiriye û di bloga xwe de (ferid-mitan.niviskar.org/) jî weşandiye.

Ji bilî destûra fermî ya Ferîd Mîtan û Diyarnameyê kopîkirina vê lîsteyê qedexe ye.

 

***


Nûçeya Eleqedar:
- 2020: Femo lîsteya hemû pirtûkên bi kurdî 

** 

 

Nûçeyên li ser 2020'an:  

- 2020: Lîsteya kitabê bi kirmanckî veciyayê 

- 2020: Femo lîsteya hemû pirtûkên bi kurdî 

- 2020: Di Diyarnameyê de 10 nûçeyên herî zêde hatine xwendin 

- 2020: Ji Rojavaya Asyayê 20 fîlmên serketî, 2 jê Fîlmên Kurdî ne 

- 2020: Kurdên ku xatir xwestin 

- 2020: Juriyê ‘Klîba Herî Serketî ya Salê’ ya bi kurdî hilbijart 

- 2020: Îş Bankasi 17 mîlyon heb pirtûk çap kirin 

- 2020: Di rojên koronayê de rewşa muzîka kurdî 

- 2020: The Guardianê albumê salê hilbijartin 

- Xelata Şerefname ya 2020'an dan Konê Reş 

- 2020: Portreya Behrûz Boçanî eciband 

- 2020: FIFA'yê serketiyên salê eşkere kirin  

- 2020: Ji Rotten Tomatoes 100 fîlmên salê 

- 2020: Ji bo "Person of The Year" Timeê ew hilbijartin

- 2020: FIFA fînalîstê serkewtî ê sere eşkera kerdî

- Vane 10 pirtûkên salê 

- 2020: Li dinyayê 10 albumên salê yên serketî 

- 2020: Kovara Time fîlmê serkewte yê emsarî eşkera kerdî

- 2020: Fîlmên ku li ser platformên dîjîtal zêde hatine temaşekirin 

- 2020: UEFA'yê berendamên 11'yên serketî eşkere kirin      

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2013: Li Tirkiyeyê çend malper hatin girtin?

ad

Îro tu tîm negihîşt mirazê xwe

ad

Tîmên kurdan îro dest pê dikin

ad

Romana “Di Tarîyê De” û wêjeya Franz Kafka

ad

Li Xorasanê zimanek dimire

ad

Dema serîlêdana berendamtiyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname