Cemil Oguz
Albuma mebûsên vê serdemê hat amadekirin. Me îstatîstîka mebûsên ku bi kurdî dizanin derxist. Li gor albumê di nav mebûsên BDP, AKP, CHP, MHP'ê de herî zêde mebûsên BDP'ê bi kurdî dizanin.
Piştî her hilbijartinê di meclisê de albuma mebûsan tê amadekirin. Di albumê de ew li ku hatine dinê, çi xwendine, pîşeya wan û zarokên wan hene yan na têde cih digirin. Her wiha ger ew bi zimanên biyanî dizanin yan na jî di albumê de cih digire. Ji ber ku li Tirkiyeyê zimanê fermî tirkî ye, zimanê her kesî wisa tê hesibandin. Yekem car îsal, piştî hilbijartina 2011'an di albuma mebûsan de ji bilî zimanê dayikê (yanê tirkî), zimanê biyanî, ger "bi zimanê herêmî" dizanibin, ew ziman jî têde cih girt. Bi vê yekê em jî hîn bûn mebûsên niha li meclisê de çendan di albuma xwe de nivîsiye ku bi kurdî dizanin. Û em hîn bûn ku yên ku bi kurdî dizanin lê di albumê de negotine em bi kurdî dizanin jî kî ne.
Sedî 80'yê mebûsên BDP'ê bi kurdî dizanin
Niha di meclisê de 326 mebûsên AKP'ê, 135 mebûsên CHP'ê, 52 mebûsên MHP'ê, 35 mebûsên BDP (û Blok) hene û du mebûs jî serbixwe ne. Ji BDP'ê 5, ji CHP 2 û ji MHP mebûsek girtî ye ku nav û agahiyên wan jî di albumê de cih girtiye.
26 BDP'yî bi kurdî dizanin
Li gor agahiyên di albumê de ji hemû mebûsên li meclisê 26 mebûsên BDP'ê bi kurdî dizanin û di albuma xwe de gotine ku ew bi kurdî dizanin.
Hin ji mebûsên BDP'ê kurdî û kirmanckî ji hev kirine, her du jî nivîsîne. Mebûsên BDP'ê ku gotine em bi kurdî dizanin ev in:
Halil Aksoy, Murat Bozlak, Bengi Yildiz, Îdrîs Baluken, Şerafettin Elçi, Altan Tan, Leyla Zana, Esat Canan, Selahattin Demirtaş, Adil Kurt, Pervin Buldan, Erol Dora, Ahmet Turk, Gulser Yildirim, Sirri Sakik, Gultan Kişanak, İbrahim Ayhan, İbrahim Binici, Selma Irmak, Hasip Kaplan, Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş, Nazmi Gur, Ozdal Uçer, Husamettin Zenderlioglu, Mulkiye Birtane
Ji mebûsên BDP'ê Erol Dora yê bi eslê xwe suryanî diyar kiriye ku ew digel suryanî, bi îngilîzî, ermenî û kurdî jî dizane.
Mebûsên AKP'ê yên bi kurdî dizanin
Ji 326 mebûsên AKP'ê tenê 8 mebûsî gotiye em bi kurdî dizanin. Balkêş e gelek mebûsên AKP'ê ku em dizanin bi kurdî dizanin jî di nav lîsteyê de nenivîsîne ku ev yek jî helwesteke nîşan dide.
Di nav van mebûsan de Mehmet Kerim Yildiz (Agirî), Ziver Ozdemir (Batman), Mehmet Galip Ensarioglu (Amed), Cuma İçten (Amed), Abdurrahim Akdag (Mêrdîn), Mehmet Emin Dindar (Şirnex), Mustafa Bilici (Wan) û Gulşen Orhan (Wan) hene.
2 CHP'yî bi kurdî dizanin
Di nav mebûsên CHP'ê 2 mebûsan diyar kirine ku bi kurdî dizanin. Mebûsê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu (Stenbol) û mebûsê Dêrsimê Huseyin Aygun gotiye ku bi kurdî dizane.
Û yên ku negotine em bi kurdî dizanin
Aliyê balkêş ê albumê jî hin mebûsên ku bi kurdî dizanin, lê negotine em bi kurdî dizanin hene.
Mînak ji AKP'ê Mehmet Şimşek (Batman) ku di çapemenî de her qala zanîna kurdiya xwe dikir, carinan hin peyv jî bi kurdî digot lê di albumê de negotiye ku ew bi kurdî dizane. Dîsa Mehmet Metinerê ku ji Semsûrê ye û mebûsê Semsûrê ye negotiye ez bi kurdî dizanim. Mebûsê AKP'ê Mehdi Eker jî heman awayî. Oya Eronata AKP'ê ku bi awayekî neheq mebûsiya Hatip Dicleya BDP'yî jê hat girtin û dan wê, wê negotiye ku bi kurdî dizane; digel ku ew ji Amedê ye û her wekî ku bi rastî amedî be xwe nîşan dide.
Di nav BDP'ê de jî yên ku negotine em bi kurdî dizanin jî hene ku hejmara wan 6 e. Ayla Akat Ata (Batman), Nursel Aydogan (jixwe ne kurd e û ji Bursayê ye), Emine Ayna (Amed), Sebahat Tuncel (Stenbol), Demir Çelik (Mûş) û Aysel Tugluk (Wan) di nav zimanê xwe de kurdî diyar nekirine.
Wekî encam, her çiqas "wekî zimanê herêmî" hatibe destnîşankirin jî yekem car di albumê de nivîsandina zimanê kurdî gaveke erênî ye. Dîsa tişteke erênî ye ku 26 mebûsên BDP'ê diyar kirine ku bi kurdî dizanin; ku ev yek nîşan dide ku sedî 80'yê mebûsên BDP'ê bi kurdî dizanin. Lê tişteke neyînî ye ku Serokê AKP'ê qala 70 mebûsên xwe yên kurd dikir lê tenê 8 ji wan gotiye ku bi kurdî dizanin. Ji CHP'ê jî em pê dihesin ku yên xwedî nasnameya xwe dertên 2 kes hene.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


