NOT:
Ji ber tenduristiya lîstikvan Berfîn Zenderlîoglu lîstika ku 23'yê mehê dê bihata lîstin hat betalkirin. Lîstik meha pêşiya me, roja 28'ê gulanê li Boa Sahneyê ya Kadikoyê dê bê lîstin. (Ev not roja 22'yê avrêlê lê hatiye zêdekirin)
Diyarname
Lîstika Şermola Performansê "Eyşe Şan" carek din li Stenbolê derdikeve ser dikê.
Lîstika bi navê "Ez Eyşe Şan" qala çîroka stranbêja navdar Eyşe Şanê dike. Derhêner û nivîskar Mîrza Metîn lîstik nivîsandiye, derhêner û lîstikvan Berfîn Zenderlioglu jî rola Eyşe Şanê lîstiye.
Lîstikê li Almanyayê promiyera xwe kir. Dûre cara yekem 12'yê adarê li Tirkiyeyê, li Stenbolê hat lîstin. Vê carê carek din li Stenbolê derket pêşberî temaşevanan û niha careke din li ser dikê ye; vê carê li Sehneya Kumbaraci50 derdikeve pêşberî temaşevanan.
Lîstik jiyana kralîçeya bêtac a kurd Eyşe Şanê derdixe ser dikê.
Amadekarên lîstikê vê lîstika muzîkal wisa tînin ziman, "Eyşe Şan, wekî jinekê û wekî muzîkjenekê heta mirina xwe hem rûbirûyî li paşverûya civakî, hişmendiya mêraniyê, qedexekirina ziman, sansur û diziya hunerîyê ma ye û hem jî li hember hemûyan li berxe daye. Jiyana wê çîrokeke berxwedanê ye di nava ew qas êş û zordariyê de."
Ji bo yên bixwazin herin temaşe bikin:
23 avrêl, Çarşem, Saet 20.20
Cih: Sehneya Kumbaracı50,
Tomtom mah, Kumbaraci Yokuşu, No:50, 34433 Beyoglu/İstanbul
Telefon: (0212) 243 50 51
NOT:
Ji ber tenduristiya lîstikvan Berfîn Zenderlîoglu lîstika ku 23'yê mehê dê bihata lîstin hat betalkirin. Lîstik meha pêşiya me, roja 28'ê gulanê li Boa Sahneyê ya Kadikoyê dê bê lîstin. (Ev not roja 22'yê avrêlê lê hatiye zêdekirin)


