___Hogir Berbir___
Gerînendatiya Polîtîkayên Jinan û Meclisa Jinan a Şaredariya Peyasa Amedê bi projeya “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” dest bi xebateke girîng kir. Di vê pirtûkxaneyê de tenê pirtûkên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin û yên derbarê dîroka jinan de derketine cih digirin. Jinên li Amedê ji pirtûkxaneyê sûde werdigirin û yên bixwazin pirtûkxane ji bo wan vekiriye. Her wiha ev der ji bo çalakiyên li ser jinan jî vekiriye. Li ser xebata wan me bi xebatkara pirtûkxaneyê Emîne Varsak Tabû re xeber da.
Li ser armanc û naveroka projeyê, Emîne Varsak Tabû wiha got: “Piştî ku qeyûmên tayînkirî zirareke mezin dabû çanda bajarê me, pêdivî bi xebateke wiha hebû. Bi destxistina şaredariyê re me ev fikir da destpêkirin. Gerînendatiya Polîtîkayên Jinan û Meclisa Jinan a Peyasê gavên berbiçav avêtin. Li ser vê bingehê, me ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ damezrand. Xebatên pirtûkxaneyê li ser esasên jîneolojiyê dimeşin û tenê berhemên jinan an jî yên derbarê jinan de ne tê de cih digirin.”
Tabû destnîşan kir ku cihê pirtûkxaneyê li Parka 75’an hatiye hilbijartin, ji ber ku ev mekan ji bo xebatên jinan guncav bû û wiha didomîne: “Me ev cihê ku berê ji gel re girtî bû, veguherand pirtûkxaneyekê. Di vê pirtûkxaneyê de pirtûkên li ser dîrok, derûnî, berxwedan, çîrok, erdnîgarî, jîneolojî û her mijarên girêdayî jinan cih digirin.”
“Pirtûkên mêran jî tê de hene”
Emîne Varsak Tabû diyar kir ku her çiqas navê pirtûkxaneyê “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” be jî, berhemên mêran ên derbarê jinan de hatine nivîsandin jî tê de hene: “Armanca me ew e ku her berhemek derbarê jinan be, ji destê kê hatibe afirandin, di pirtûkxaneyê de cih bigire.”
“Pirtûkxane ne tenê cihê xwendinê ye, ji çalakiyane jî”
Xebatkara pirtûkxaneyê Tabû dibêje ku pirtûkxane ne tenê cihê xwendina pirtûkan e, lê di heman demê de ji bo çalakiyan jî deriyê xwe vekiriye û van gotinan lê zêde dike: “Me gelek çalakî, wekî gotûbêj, panel, semîner, atolye, rojên îmzeya nivîskaran û rojên helbestê li dar xistin. Em dixwazin ev pirtûkxane bibe bîra jîneolojiyê û navendeke çalak a jinan.”
Kêmasiya pirtûkan û eleqeyê
Emîne Varsak Tabu bal kişand ser kêmasiya pirtûkên jinan û eleqeya kêm a xwendinê got: “Hejmara pirtûkên jinan kêm e û eleqeya xwendinê jî bi heman rengî kêm e. Jin di bin bandora teknolojiyê û şertên kapîtalîzmê de bi tiştên biçûk ve mijûl dibin. Armanca me ew e ku em jinan teşwîqî xwendina pirtûkên derbarê dîrok, tenduristî û nasîna xwe bikin. Bi atolye û xebatan, em dixwazin vê hişmendiyê zindî bikin û tahrîbata salên dawî ji holê rakirin.”
Kampanyaya berhevkirina pirtûkan
Derbarê kampanyaya berhevkirina berhemên jinan de Tabû wiha got: “Berhemên jinan ên ku digihîjin pirtûkxaneyê pir kêm in. Bi taybetî em dixwazin berhemên jinên kurd û bi zimanê kurdî li vir kom bikin. Em bang li nivîskarên jin û aktivîstan dikin ku pirtûkên jinan bi me re parve bikin, da ku ev pirtûkxane bibe navendeke jîneolojiyê.”
“Jin Jiyan Azadî mifteya azadiyê ye”
Wekî gotina dawî, Emîne Varsak Tabu got: “Xebatên me wê bi vê rihê berdewam bikin. Ji bo gihîştina armancên me, divê em bi yekdengî dengê xwe bilind bikin. Mifteya azadiyê di gotina ‘Jin Jiyan Azadî’ de ye.”


