Diyarname
Li gor nûçeya Washington Post Rêveberiya Kurdan ji Bulgaristanê çek kirîn, hikumeta navendî dij derket.
Rojnameya amekîrî Washington Post îdîa kir ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji Bulgaristanê kirîn lê hikumeta navendî ya Iraqê dijî vê yekê derket.
Li gor nûçeyê rêveberiya kurdan ev îdîa ne red kiriye û ne jî çespandiye lê ev agahî da: "Di Zagona Bingehîn de tu astengî li pêşiya kirîna çekan a amûrên parastinê nîn ei"
Wezareta Karên Hundir a Iraqê ragihand ku hikumeta navendî kirîna çekan erê nekiriye.
Nûçe radigihîne ku rayedarên amerîkî ditirsin ku ji ber vê yekê di navbera Rêveberiya Herêma Kurdistanê û hikumeta navendî de nelihevkirineke pêk bê.