Diyarname
Mala keretekarê navdar Bruce Lee ya li Hong Kongê kirin otela pevÅŸabûnê. Hezkiriyên wî nerazîbûn nîÅŸan da.
Bruce Jin Fan Lee ku wekî Bruce Lee tê nasîn di 27’ê sermaweza 1940’î de li San Fransiscoyê hatiye dinyayê. Lîstikvanê bi koka xwe çînî di 20’ê tîrmeha 1973’yan de Hong Kongê mir. Li ser mirina wî gelek tiÅŸt hatin gotin, guman hatin kirin.
Di mala ku Lee sal û mehên xwe yên dawî derbas kir hezkiriyên wî dixwestin wê derê bikin muze. Lê li gor agahiyên ku tên mala wî niha kirine otela pevÅŸabûnê. Ode ji bo pevÅŸabûnê bi saetan têne kirêkirin. Li korîdorên odeyan wêneyên jiinên tazî hatine daliqandin.
Li ser vê yekê hezkiriyên wî di facebookê de nerazîbûn nîÅŸan dan, bûyer ÅŸermezar kirin.
Wekî notek: Hatibû gotin ku xêrxwazekî mîlyarder ê bi nave Yu Panglin dixwaze mala wî ya li ser 5 hezar û 700 metrekareyî bikire û bike muze. Ji bo vê yekê wî 13 mîlyon dolar teklîf kiribû
Bruce Lee bi fîlmên kung fu li dinyayê navdar bûbû. Fîlmên wî "Game of Death", "Enter The Dragon" wekî klasîkên dinyayê di nav sînemaya dinyayê de cihê xwe girtin.