Diyarname
Repvanê kurd ê bi navê Xatar êvara 9'ê mehê miriye. Hê sedema mirina wî nayê zanîn.
Repvan Xatar ê bi navê xwe yê fermî Jîwar Hajabî di 44 salî de li Berlîna Almanyayê mir. Heta niha der barê sedema mirina wî de tu agahiya fermî nehatiye belavkirin.
Xatar di sala 2021'ê de nexweş ketibû. Wê çaxê dest bi parêzê kiribû û 50 kîlo dabû; ji 150 kîloyî daketibû dor 100 kîloyî. Tê gotin wê çaxê nexweşiya wî giran bû.
Xatar bi navê xwe yê rast Jîwar Hajabî bi eslê xwe ji Sine ya rojhilatê Kurdistanê ye. Di sala 1981'ê de li Rojhilat hatibû dinê. Ew li Almanyayê bi repê navdar bûbû.
Derhêner Fatih Akin bi navê "Rheingold" fîlmekî li ser jiyana wî kişandibû.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Polîsan ji ber îzdihamê ahenga rapvanê kurd Xatar betal kir
- Fîlmê Fatîh Akin ê li ser jiyana Xatarê kurd sînemayên Almanyayê serobino kir


