AMED
Di kolandina navenda JÎTEM'ê de 3 hestiyên serî yên mirovan ên din hatin dîtin. Bi vê yekê de di 20 rojên ku kolandin tê kirin de hejmara cesedên mirovan derket 26'an.
Li Navenda JÎTEM'ê ya Navçeya Sûra Amedê di 11'ê vê mehê de dema kolandina restorasyonê dihat kirin hestiyên mirovan hatin dîtin. Bi vê yekê re kolandina ji bo restorasyonê veguherî kolandina ji bo dîtina hestiyên mirovan.
Di vê kolandinê de heta niha rastî 26 hestiyên cesedên mirovan hatin.
Ji ber ku Serdozgeriya Komarê ya Rayeya Taybet biryara nepeniyê daniye ser lêpirsînê, heya niha rayedaran der barê mijarê de daxuyaniyek nedaye. Tê gotin ku kolandin dê bidome.
***
Nûçeya eleqedar:
- Çima Wezîrê Karên Hundir naçe wir?
- Hejmara cesedên hatin ditin bû 16
- Li Deriyê Sarayê hestî hatin dîtin