AMED
Li nav naçeyên Amedê de ji bo şaredariya Erxeniyê gelek kesî serî li BDP'ê dabû. Ji ber vê yekê jî nîqaşa eşkerekirina berendamên şaredariya Erxenî hinek dirêj ajot. Di dawiyê de BDP'ê hevserokên berendamên Şaredariya Erxeniyê eşkere kirin: Parêzer Ramazan Kartalmiş û Aygun Taşkin.
Ji bo bibin berendamên Şaredariya Erxeniyê 24 kesî serî li komîsyona hilbijartinê ya BDP'ê dabû. BDP'ê berendamên şaredarên Amedê hem navend, hem navçeyan eşkere kiribûn lê Erxenî hiştibû. Di dawiyê de îro li Şînxaneya Şaredariya Erxeniyê merasimeke eşkerekirina berendaman li dar ket û Hevserokê BDP'a Amedê Mehmet Emin Yilmaz û Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bajarê Amedê ya BDP'ê Aynur Aşan berendamên Şaredariya Erxenî eşkere kirin.
Di 30'ê adara 2014'an de Parêzer Razaman Kartalmiş û Aygun Taşkin li ser navê BDP'ê bikevin hilbijartinê.
Parêzer Ramazan Kartalmiş di navbera salên 2004-2008'an de Serokatiya BDP'ya Erxenî kiribû.