logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  2. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
  5. Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn
news-details

Festîvala Stenbolê; fîlmên kurdî jî têde hene

  • Dîrok: 01/04/2025
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Vîdeoyek:


___Cemil Oguz___


44’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 11-22’yê avrêlê de li dar dikeve. Di nav festîvalê de fîlmên bi kurdî jî hene.

Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV’ê ve tê lidar xistin eşkere bû. Di festîvalê de 139 fîlmên metrajdirêj û 15 kurtefîlm hene. Ligel nîşandayîna fîlman dê çalakiyên wekî gotûbêj, nîşandayinên taybet jî hebin. Festîval bi nîşandayîna fîlmê derhêner Ido Fluk ê bi navê “Koln 75” dest pê bike. Fîlm bi ser konsera Keith Jarrett a 1975’an de li Kolnê pêşkêş kiribû re hatiye kişandin. 

HIN FÎLMÊN KURDÎ
Îsal jî hin derhênerên kurd bi fîlmên xwe yên bi kurdî beşdarî festîvale dibin. Di nav bernameyê de 7 fîlmên ku têde kurdî jî hene ketine nava bernameyê û me ew neqandin.
Ji van di beşa “Pêşbaziya Laleya Zêrîn” de 2 fîlm hene. Fîlmê Rezan Yeşilbaş ê bi navê “Uçan Koftecî” (Koftekarê Difire) û “Hîsterî” yê  Mehmet Akif Buyukatalay hene.
Di beşa “Yenî Bakişlar” (Awirên Nû) de du fîlm hene. Derhêner Orhan Înce ku berê bi kurtefîlmên xwe navê xwe li nav qada sînemayê dabû nasîn, vê carê bi fîlmê xwe yê metrajdirêj “Hêvî” li festîvalê ye. Ev fîlmê derhêner Înce yê yekem ê metrajdirêj e. Li aliyê din Kenan Diler jî bi “Kavak Agacinin Golgesinde” di vê beşê de derdikeve pêşberî fîlmhezan.
Di Beşa Kurtefîlman de jî du kurtefîlmên derhênerên kurd hene. Ji van Mahsum Taşkin bi “Garan”ê, Yakup Tekintangaç jî bi “Morî” li festîvalê ye. Ev her du di beşa “Kurtefîlm 2” de têne nîşandayîn.
Û fîlmê din ku beşek jê bi kurdî ye jî belgefîlmê Esin Ozalp Ozturk ê bi navê “Işigin Hasadi” ye. Ev belgefîlm jî di “Beşa Belgefîlman” de tê nîşandayîn.

SALONÊN SÎNEMAYÊ
Fîlm îsal li Beyoglu li salona  Atlas 1948 û Sînemaya Beyogluyê. Lli Şîşlî li  salona CineWAM Premium+ City's Nişantaşi (Salon 3 û Salon 7), li Kadikoy jî li  salona Kadikoy Sinemasi, Sinematek/Sinema Evi (Ya şaredarî) û li Paribu Cineverse Nautilusê têne nîşandayîn. Seansên fîlman di saetên 11.00, 13.30, 16.00, 19.00 û 21.30 de ne.

XELATÊN FESTÎVALÊ
Di festîvalê de xelata mezin di beşa Pêşbaziya Laleya Zêrîn de tê dayîn. Dîsa di beşa Kurtefîlman û di beşa Awirên Nû de pêşbazî heye, fîlmên di van beşan de bi ser bikevin dê bêne xelatkirin.
Di beşa Pêşbaziya Laleya Zêrîn de 15 fîlmên metrajdirêj hene. Serokê jiruya vê beşê derhênerê hindî Shekhar Kapur e. Endamên juriyê jî sazkarê fîlman Ada Solomon, senarîst û derhêner Ebru Ceylan, lîstikvan Saadet Işil Aksoy, Serokê Festîvala Fîlman a Torontoyê Cameron Bailey pêk tê.
Di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman de îsal 12 kurtefîlm cih digirin ku didu jê bi kurdî ne.
Di beşa Awirên Nû ku bi vê beşê piştgirî didin derhênerên ciwan 11 fîlm hene. Di vê beşê de fîlmê bi ser bikeve dê Xelata Seyfî Teoman bê dayîn.
Ji bilî van sê saziyên li Tirkiyeyê yên li ser sînmeayê BSB, Fîlm-Yon û Siyad dê fîlmên serbixwe binirxînin û xelatê bidin wan.

21 BELGEFÎLM HENE
Di beşa “Dema Belgefîlman” de li ser siyaset, muzîk, fotokêşî, têkiliyên malbatê, civak, mîmarî, radyokarî, mafên mirovan fîlm hene. Bi temamî 21 belgefîlm hene. Belgefîlm derhênerê îranî Alî Asgarî ê bi navê “Higher than Acidic Cloud” di beşa Envivison a IDFA’yê de xelata belgefîlmê herî serketî girtibû. Dîsa belgefîlmê derhênerê ji Paraguay Juanjo Pereira ê bi navê “Under The Flags, The Sun” li Berlinaleyê Xelata FIPRESCI girtibû. Her wiha “The Man I Left Behind” li ser fotografkêş ê şer Larry Towell hatiye amadekirin. Li aliy^edin bi hevkariya ÎFSAK’ê dê panelek jî li dar bikeve û Larry Towell biaxive.

‘AMANSIZ YOL’ BI AWAYÊ NÛ TÊ
Festîval her sal fîlmekî klasîk ê tirk nû dike û nîşan dide, îsal fîlmê Omer Kavur nû kiriye. Fîlmê “Amansiz Yol” ku Kavur ligel Bariş Pirhasan senaryoya wê nivîsandibû hatiye nûkirin û dê bê nîşandayîn. Di fîlm de Kadir Înanir û Zuhal Olcay dilîzin.


"Hêvî" fîlmê metrajdirêj ê yekem ê Orhan Înce ye.


Kurtefîlmê "Morî" yê Yakup Tekintangaç li hin festîvalan xelat girtibû.

 

**

Nûçeyên Eleqedar:

- Nivîskar, derhêner Dag Johan Haugerud tê Festîvala Stenbolê

- Ji bo ‘Koprude Buluşmalar’ 8 proje hatin hilbijartin

- Festîvale emsar 'Amansiz Yol' restore kena

- Xelata Rûmetê didin wê

- Festîvala Fîlman a Stenbolê li benda berheman e

 

 

***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

************

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1

MAIL: diyarname@diyarname.com   






 

***********************

Dibe ev nûçe bala te bikişînin:

- Hemû çîrokên Sabahattîn Alî bi kurdî derketin

- Ji bo 'Serê Gulanê' Pêşbaziya Çîrok û Helbestê li dar dikeve

- Lîstikvanê kurd Azîz Çapkurt di fîlmê Hollywodê de dilîze

- TYB'ê Xelatên Xelata Azadiya Fikir û Ramanê belav kirin

2024: Hemû pirtûkên bi kurdî, va ye lîste

- Va ne rûyên herî xweşik ên dinyayê

 

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 13 05 2026

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

news
  • 11 05 2026

Li Hambûrgê lîstikên 'Melankolî' û 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li Festîvala Şanoyê ne

news
  • 08 05 2026

Li gelek bajaran dawiya vê hefteyê çalakiyên bi kurdî

news
  • 06 05 2026

Ji Şaredariya Amedê çalakiyên ji bo Cejna Ziman

news
  • 06 05 2026

Li Amedê hefteyek çalakî ji bo Roja Ziman

news
  • 05 05 2026

Pirtûkên kurdî li Erxeniyê konê datînin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Li 5 welatan firfirok lê dide

ad

Putînî serxwebûna Donetsk û Luhanks bi awayekî fermî nas kir

ad

Dengê muzîka kurdî: 'Ziryab'a 2'yan derket

ad

Rewşenbîran hikumet şiyar kir

ad

Kurdan dîsa li hev nekir

ad

NA'ya 13'yan derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname