logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Dengê muzîka kurdî: 'Ziryab'a 2'yan derket

Kovara muzîkê Ziryab bi hejmara xwe ya 2'yan li pêşberî xwendevanan e. Di hejmara rêbendan-reşemî-adar-avrêlê de ligel s

  • Dîrok: 04/03/2019
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Kovara muzîkê Ziryab bi hejmara xwe ya 2'yan li pêşberî xwendevanan e. Di hejmara rêbendan-reşemî-adar-avrêlê de ligel stranbêj Ciwan Haco, Abbas Ahmed, Mizgîn Tahîr, Sakîna Teyna, Jan Axîn, Erdogan Emir, Hamûdêyê Efrînî, û bi lêkolîner Zeyneb Yaş re hevpeyvîn kirine. Haco di hevpeyvînê de dibêje, "Xwezî ez li welatê bav û kalan bûma û ev stranên min tunebûna." Haco ji bo pêşeroja muzîka kurdî jî pêşniyareke bi vî rengî dike: "Ji îro pê ve, ji bo karên dîjîtal divê mirov aktîv be; ji sê an jî çar heyvan carekê stranekê derxe û li ser platformên dîjîtal parve bike, armanca min ev e bi rastî."

'Ziryabî têla pêncan li ûdê zêde kir'

Ji gotaran Îrfan Guler li ser hunermend Ziryab bi sernavê "Dahênerê gîtar û flamenkoyê, şoreşgerê zerafet, bedewî û estetîkê: Ziryab" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Guler wisa nivîsiye: "Ziryab zêdetirî deh hezar stranan ji ber dizane. Li wir dibistana muzîkê vedike. Ew yekemîn konserwatuara li Ewropayê ye. Heta dema Ziryabî ûd çartêl bû. Ziryab têla pencan lê zêde dike. Li gorî otorîteyan, wê demê her têlek taybetmendiyeke bedena mirovan sembolîze dikir. Têla ku Ziryab li ûdê zêde kiriye bi rengê sor bû û 'ruh' sembolîze dike."

Demîrtaş jî nivîsiye

Hevserokê berê yê HDP'ê, siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş jî bi nivîsek di kovarê de cih girtiye. Demîrtaş bi navê "Noteya Şoreşê" gotara xwe pêşkêş kiriye. Demîrtaş wisa nivîsiye: "Muzîk an jî wêjeya kurdan bi tu awayî rasterast bi xizmetkirina siyaseta kurdan re ne peywirdar e. Huner û wêje bi pêşveçûna xwe ya azadane ya di qada xwe ya resen de jixwe dibin beşeke vî têkoşîna man û nemanê"


Gelek kesî ked daye kovarê

Di kovarê de ji bilî hevpeyvÎnan gotar, danasîn, portre, nûçeyên li ser muzîkê, nûçeya li ser albumên bijarte û her wiha playlîst jî hatiye weşandin. Kesên wekî Harûn Elkî, Welat Ramînazad, Burçak Çollu (Werger Aydin Rengîn), Gunay Koçhan (Werger Yûnis Das), Besîme Şen, Gokçe Selîm, Serdar Ozturk, Berfîn Aktay, Îbrahîm Sarisu, Mem Ararat, Lîlan Badîneg, Ozan Irmak, Ozan Irmak, Tofan Sûnbûl, Hussain Hajj bi nivîsên xwe ked dane kovarê.

Ji bo têkilî û xwestinê:

Navnîşan: Guzeltepe Mah. Figen Sk. 25/6 Eyupsultan / İstanbul 

Tel: 0538 922 2002

e-mail: kovaraziryab@gmail.com - http://www.ziryabmusic.com

 

***

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

***
 

REKLAM:

Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin... 

www.bizebiletal.com

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 27 05 2026

Kovara Rewşenbîr bi hejmara nû hat

news
  • 21 05 2026

Kovara ‘Kurt Tarîhî’ hejmara xwe ya nû derxist

news
  • 21 05 2026

Ji gelek aliyan ve ‘Kurdên Anatoliya Navîn’

news
  • 13 05 2026

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

news
  • 27 04 2026

Spotify wê 1400 heb vîdeoyên egzersîzê belav bike

news
  • 25 04 2026

LEWerger bi helbestên li ser 'şer û mirin'ê hat

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Karê arşîvê, kurd û Cegerxwîn

ad

YSK'î serê weçînayişê herêmî de biryarê xwu da

ad

Li parka temaşekirina li fîlman

ad

Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak dersa kurdî digire

ad

Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

ad

Sînemaya kurdî dibe mêvanê îrlandiyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname