Diyarname
Wezareta Sporê ya Îranê ji lîstikvanên xwe yên sporê xwest ku ji ber ewlehî neçin Tirkiyeyê. Wezaretê heta biryareke din çûyîna lîstikvanan ji bo Tirkiyeyê qedexe kir.
Ajansa fermî ya dewleta Îranê ÎRNA'yê nûçe ragihand. Her wiha duh Îranê balyozxaneya xwe ya Tirkiyeyê girtibû û ji hemwelatiyên xwe xwestibû ku mecbûrî nebe neçin Tirkiyeyê.
Demek berê tîmên futbolê yên Almanyayê jî ji ber ewlehiyê kampên xwe yên zivistanê yên li Tirkiyeyê betal kiribûn.


