Diyarname
Ji ber pirtûka ziman "Hînker"ê 5 kes hatibûn binçavkirin. Ji wan zimanzan Sami Tan û mamoste Ronayî Onen hatin berdan.
Li ser "Hînker"ê lêpirsînek hatibû dest pê kirin. Duh zimanzan Samî Tan li Rihayê, mamoste Ronayî Onen li Amedê û mamoste Mevlut Aykoç jî li Stenbolê hatibû binçavkirin. Îro jî Îzzet Çinar û Şukran Çinar li Stenbolê hatibûn binçavkirin. Îro ber êvarkî îfadeyên wan hatin girtin.
Ji wan Tan û Onen hatin berdan. Ji bo Mevlut Aykoç, Îzzet Çinar û Şukran Çinar dema binçavkirinê bo rojek dirêj kirin. Ev her sê kesên niha li Emniyeta Stenbolê ne sibê dê derxin pêş dozger.
BAROYAN BERTEK NÎŞAN DA
Li aliyê din komîsyonên ziman ên 8 baroyan daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û banga berdana mamosteyan kirin.
Baroyan got ku kes nikare xebatên zimanê kurdî krîmînalîze bike.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Mamoste û zimanzanên kurdî hatin binçavkirin


