Diyarname
Li ser Rojava û helbet li ser Sûriyeyê îro agahiyên tiştên girîng qewimîn. Konferansa Parîsê, Banga NY'yê, Konferansa Ewlehiyê ya Munihê.
Fermo:
KONFERANSA LI PARÎSÊ
Li Parîsa Fransayê li ser Sûriyeyê konferanseke navneteweyî li dar ket
Konfrenas bi axaftina Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot dest pê kir. Barrot got: "Pêwîst e karên leşkerî li tevahî xaka Sûriyeyê werin sekinandin." Barrot li ser sazkirina îstîkrarê ya li Sûriyeyê sekinî.
MACRON: 'EMÊ LIGEL HSD'Ê BIN
Serokomarê Fransayê Emanuel Macron di konferansê de gotiye ku Fransa û Hêzên Koalîsyonê dê ligel HSD'ê bin. Macron gotiye ku divê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bidome.
NY'Ê BANG KIŞAND SER ÊRÎŞAN
Di civîna Konseya Ewlekariyê ya NY'ê (Neteweyên Yekbûyî) de endamê her demî yên NY û DYA'yê bal kişandiye ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojaava.
Endamên her demî Dorothy Shea û Geir Pedersen gotiye, "Divê têkoşîna HSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê neyê asteng kirin."
KONFERANSA EWLEHIYÊ YA MUNIHÊ
Li Muniha Almanyayê 61'emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munihê (MSC) wê di navbera 14-16'ê vê mehê de li dar bikeve. Li ser şerên li Ukrayna, Rojhilata Navîn û Afrîkayê dê nîqaş çêbikin. Rêveberiya Xweser jî yekem car dê beşdar bibe. Dr. Younes Behram li ser navê Rêveberiya Xweser a Bukar û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî civînê bibe. Li ser Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî dê Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî beşdar bibe.
Behram ji bo Medya Newsê gotiye, "Beşdariya Rêveberiya Xweser a ji bo vê konferansê ji aliyê dîplomatîk ve gaveke dîrokî ye."
***
Nûçeya Eleqedar:
- Kurd jî beşdarî Konferansa Sûriyeyê ya li Parîsê dibin


