Diyarname
Hozan DilgeÅŸ ji sala 1975'an ve bi awayekî profesyonel kar û xebata muzîka kurdî dike. Bi taybetî di salên 90'î de dengê wî li nav gund, navçe û bajarên kurdên Bakur de digeriya.
Hozan DilgeÅŸ di sala 1952´yan de ji malbateke Êzîdî li gundê Fisqînê yê Nisêbînê ji dayik bûye.
Di sala 1978'an de bi navê "Ma qey bindestî para meye lo" kasetek wî tê tomar kirin. PaÅŸê bi navê "Dayê hêsîrê, tu pir jar û mestî, te por sipî kir, hêjî bindestî“ (1979) kasetek din tomar dike û wê salê diçe Ewropayê li Almanyayê bi cih dibe.
PaÅŸê ev kasetên wî derdikevin: "De lêxin, lêxin birano lêxin, xayînê mezin axa û ÅŸêxin" (1980), "Newroza, Newroza cejna gelê me" (1981), "Karkero Piroletero" (1983), "Serî dan û Sir nedan" (1986), "Muxtaro" (1989), "Biçukê canê" (1990)
Di van salên 90'î de ku deng û awazê wî bajar bi bajar digere ew bi xweÅŸiya ÅŸekir dikeve û dest bi dermankirinê dike. Di vê dermankirinê de bi mehan li nexweÅŸxaneyê dimîne û ji muzîkê dûr dibe. Di destpêka 2000'î de baÅŸ dibe û careke din vedigere nav muzîkê, kaseta "Ez û yar" derdixe.
Çend roj berê hunermendên TEV-DEM'ê li nexweÅŸxaneyê çûn serdena wî û diyar kirin ku ji ber belavbûna ÅŸekir lingên wî jêkirine. Ev xeberek ne xweÅŸ bû, xeberek tehl bû lê tiÅŸtek bê kirin nîn e. Niha hêviya me ew e ku Hozan DilgeÅŸ ji vê nexweÅŸiya bela, nexweÅŸiya ÅŸekir xilas bibe, zêdetir neêÅŸe.
Em ji vir silavên xwe ji bo wî diÅŸînin, strana wî ya "Bûçûkê Canê" wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêÅŸkêÅŸî we dikin.
Fermo Hozan DilgeÅŸ "Biçûkê Canê":