Amed
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navbera Bulvara Diclekentê û Bulvara Mezopotamyayê, li ser qada 80 donimî, ji bo zêdekirina eleqeya ciwanan a bo zanist û teknolojiyê, Navenda Zanistî ya El Cezerî (Cizîrî) çêdike.
Bi navê xwe yê dirêj zanyarê kurd Ebûl'îz Îsmaîlê Rezazê Cizirî, zanyarê ku bi kurtahî wekî El Cezerî (El Cizîrî) tê nasîn di sala 1136'an de li Cizîrê hatiye dinê. Sala 1206'an miriye. Robot jî têde wê demê gelek xebatên teknolojîk wî kirine. Niha navê wî li Amedê wê li navendê bê kirin.
Di vê projeya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê amade dike de wê TÛBÎTAK jî piştgirî bike. Di projeyê de dê qadên zanist û teknolojiyê, riyên meşê, qadên sporê, kafe, salona pirmenzelan û qadên çalakiyan hebin.



