Diyarname
Serokê AKP'ê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî hilbijartina 28'ê gulanê îro kabîneya xwe ya nû eşkere kir.
Piştî sondxwarina mebûsên Tirkiyeyê û sondxwarina Erdogan, wî îro Kabîneya Wezîrî ya Serokomariyî eşkere kir. Di kabîneya wezîran de li gor kabîneya berê gelek guherîn hene. Di kabîneyê de çend wezîrên bi eslê xwe kurd jî hene.
Erdogan Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ji kar girtiye û Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya aniye cihê wî. Li aliyê din Hikmet Fidanê ku Serokê MÎT'ê (Teşkîlata Îstîxbarata Netewey ya Tirkiyeyê) bû aniye kiriye Wezîrê Karên Derve. Ji wezîran Mehmet Nuri Ersoy wekî wezîrê Çand û Tûrîzmê, Fahrettin Koca jî wekî Wezirê Tenduristiê cihê xwe yê berê parastiye. Orgeneralê tirk Yaşar Guler anîn cihê Hulusi Akar. Li aliyê din Yilmaz Tunç wekî Wezîrê Edaletê anîne cihê Bekir Bozdag.
Va ne kesên di kabîneya nû de cih girtine:
- Cîgirê Serokomar: Cevdet Yilmaz
- Wezîrê Edaletê: Yilmaz Tunç
- Wezîra Malbat û Karên Civakî: Mahinur Ozdemir Goktaş
- Wezîrê Xebat û Karên Ewlehiya Kar a Civakî: Vedat Işikhan
- Wezîrê War, Bajarvarî û Kişwerê: Mehmet Ozhaseki
- Wezîrê Karên Derve: Hakan Fidan
- Wezîrê Enerjî û Çavkahiyên Xwezayî: Alparslan Bayraktar
- Wezîrê Ciwan û Sporê: Osman Aşkin Bak
- Wezîrê Xezîne û Maliyeyê: Mehmet Şimşek
- Wezîrê Karên Hundir: Ali Yerlikaya
- Wezîrê Çand û Tûrîzmê: Mehmet Nuri Ersoy
- Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî: Yusuf Tekin
- Wezîrê Parastina Milî: Yaşar Guler
- Wezîrê Tenduristiyê: Fahrettin Koca
- Wezîrê Sanayi û Teknolojiyê: Mehmet Fatih Kacir
- Wezîrê Daristan û Çandiniyê: İbrahim Yumakli
- Wezîrê Bazirganî: Omer Bolat
- Wezîrê Ragihandin û Jêrxaneyê: Abdulkadir Uraloglu