Diyarname
DEM Partî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got ku dê Heyeta Îmralî here Herêma Kurdistana Federe. Li gor daxuyaniyê di heyeta ku wê here de Pervin Buldan, Sirri Sureyya Onder, Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir û endamên Komîsyona Têkiliyên Derve dê hebin.
Li gor agahiya hatiye belavkirin wê ligel Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mensûr Barzanî û Serokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî hevdîtinê bike. Di hevdîtinê de li ser çareseriyê dê dan û standin çêbibin.


