Diyarname
Îsal di 42 hefteyên borî de li gor par sedî 4 bilêtên sînemayê ku hatine firotin kêm bûn. Îsal heta niha 30 mîlyon û 274 hezar û 152 heb bilêt hatin firotin lê par ev hejmar mîlyonet û 160 hezar û 110 zêdetir bû.
Boks Office ku li Tirkiyeyê îstatîstîkên li ser sînemayê kom dike dibêje ku îsal fîlmê "Eyvah Eyvah" ku Ata Demirer û Demet Akbag lîstine herî zêde hatiye temaşekirin. Ev fîlm ji aliyê 3 mîlyon û 947 hezar û 988 kesî ve hatiye temaşevkirin. Piştî vê fîlmê "Aşk Tesadufleri Sever" tê ku 2 mîlyon û 417 hezar û 586 kesî lê temaşe kiriye. Di rêza sêyemîn de jî "Kurtlar Vadisi: Filistin" tê ku 2 mîlyon û 28 hezar û 57 kesî lê temaşe kiriye.
Di nav fîlmên biyanî ku li Tirkiyeyê ketine vîzyonê de jî "Korsanên Karayîbê: Li Ser Behrên Razber" tê ku mîlyonek 169 hezar û 775 kesî lê temaşe kiriye. Di rêza duyemîn de jî fîlmê "Şîrînan" tê ku mîlyonek û 97 hezar û 316 kesî lê temaşe kiriye.
Her wiha "Harry Potter û Yadîgara Mirinê: Beş 2" jî di rêza sêyemîn de tê ku 796 hezar û 620 temaşevanan çûne temaşekirinê.


