Diyarname
13 mamoste ev 11 roj bûn li Silêmanî ji bo heqê xwe dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Mamosteyan biryar da ku herin Hewlêrê û li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî vê greva xwe bidomînin. Û 9'ê mehê ji Silêmanî ketin rê, berî bên Hewlêrê asayîşê ew dan rawestandin.
Mamosteyên ku ji bo mafê xwe bi biryar bûn herin Hewlêrê, rastî êrîşê û gazên çavsotîner ên asayîşê hatin. Asayişa Hewlêrê û hêzên taybet pêşî li wan girtin, dûre êrîşê wan kir. Hin mamoste birîndar bûn.
Gelek mamosteyên ku ji bo piştgiriya yên di grevê de ber bi Hewlêrê ve çûbûn daxuyanî dan û xwestin mafên wan bidin.
Li aliyê din rêveberên Hikumeta Herêma Kurdistanê mamoste sûcdar kirin û got ku ew hêza xwe ji derve digrin û dixwazin ewlekariya heremê xira bikin.


