ÎZMÎR
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di komxebata "Akademî aştiyê dixwaze" de axivî. Yuksekdog got: "Di vê hilbijartinê de me got 'Em li meclisê', di vê hilbijartina nû de em dê diruşma 'Em li desthilatdariyê' bikar bînin."*
Komxebata "Akademî aştiyê dixweze" ya ji aliyê akademîsyenên Îzmîrê ve hate lidarxistin li Navenda Çandê ya Turkan Saylan dest pê kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî beşdarî komxebatê bû. Berdevkê Bloka Aştiyê ya Îzmîrê Cem Terzî metna hevpar a bi sernavê "Em hemû kesan vedixwînin aştiyê" xwend û diyar kir ku agirbesta ku çend sal in didome û pêvajoya muzakereyê hêviyên gel zêde kiriye, ew li benda gavên siyasî yên aştiyê bûn lê bi pêvajo pevçûnê re rû bi rû mane.
Vaye ji axaftina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hin not:
- Tê pirsîn "Çima şer dest pê kir?" Ji bo aştiyê hindik mabû lê destpêkirina şer ji bo desthilatdariya kesekî û partiyekî kaosê derdixin. Berî 3 mehan ji gelan re gotin heke HDP bendê derbas bike dê kaos derkeve. Erdogan bêyî ku fedî bike gote 400 parlamenteran bidin bila ev pirsgirêk bi aramiyê çareser bike. Di 7'ê pûşperê de gelan 400 wekîl nedan Erdogan. Yê ku niha nekarî bibe serok aramiya Tirkiyeyê xira dike. Dîsa di pêvajoya hilbijartinan de gotin heke HDP bendê derbas bike dê kaos derkeve û îro jî gefên xwe derbasî jiyanê kirin.
- Îro em şerekî ku berê hatiye îlankirin dijîn. Li Tirkiyeyê bila kes nebêje ev şer ji ku derket, bila hincetê negerin. Berpirsyarê vî şerî Qesr e. Vî şerî rejîmekî navberê teşwîq kiriye.
- Em bi derbeyeke qesrê re rû bi rû ne. Yê ku derbe pêk anî jî dibejê ew mexdûrê derbeya 28'ê Reşemiyê ye. Yên ku di 28'ê Reşemiyê de mexdûr bûn, yên ku xwe wekî notirvanê demokrasiyê îlan kirin îro bixwe derbe çêdikin. Erdogan îro dibêje 'ez Zagona Bingehîn qebûl nakim, li welat rejîm guheriye, dixwazin qebûl bikin dixwazin nekin' em qebûl nakin."
- Em dê karê me dest pê kir bi dawî bikin. Em dê çi xilas bikin, em dê vê statukoya zordariyê, hişmendiya faşîzan xilas bikin.
- Bi rojan e li herêmê şerekî fermî yê navê wê nehatiye diyarkirin pêk tê. Şerekî ji salên 90'î xirabtir e û qirêjtir e. Heke ev şerê qirêj partiyek û kes ji bo desthilatdariya xwe derbixe di serî de têkçûye. Civaka Tirkiyeyê û kurdan tiştekî wisa heq nekiriye. Kurd cezayê çi dikişînin. Cezayê ji sedî 90 piştgirî dan HDP'ê didin. Cihên hatin bijartin tesaduf nîn in û hemû cihên ku AKP lê tunebûyî ne. Jji ber ku gel AKP tune kir ew tê cezakirin. Dixwazin kesên deng dane partiya me poşman bikin. Ji bo civaka Tirkiyeyê jî vê yekê dikin. Leşker û polîsên jiyana xwe ji dest dan mirovên me ne."
*Têbiniya Diyarnameyê: Tirkiya vê peyvê "Bizler Meclise", "Bizler İktidar"a. Baweriya me ew e ji bo van peyva "Em li meclisê", "Em li desthilatdariyê" baştir lêtê, loma me wekî "Em diçin meclisê, em diçin desthilatdariyê" wernegerand. Ji ber ku hin wisa werdigerînin loma me ev not danî.