Kawar Hemîd Bavî
Şaxa Dihokê ya Yekîtiya Nivîskarên kurd semînerek bi navê "Standardkirina zimanê kurdî yan standardkirina alfabêya kurdî" bi beşdariya nivîskar Zeynelabidîn Zinar êvara 9.6.2009'an li salona xwe li dar xist.
Di semînera ku ji aliyê Cîgirê Serokê Yekîtiya Nivîskaran Mihemed Ebdullayî ve hat bi rê ve birin de Zeynelabdînli ser pirsa standardkirina zimanê kurdî sekîn û mixabiniya xwe li ser wê derbirî ku dema ev pirsgirêk tê minaqeşekirin bi tenê behsa zaravaya soranî tê kirin û hemî zaravayên din yên zimanê kurdî têne piştguh kirin.
Bi dîtina wî standardkirina zimanê kurdî girêdayî hinek faktoran e û ji wan yekbûna cografyaya Kurdistanê û desthilata wê ya siyasî ya neteweyî ye.
Zeynelabidînî da zanîn ku îro pirtir pêdiviya me bi standardkirina alfabêya kurdî heye û bila piştî wê axaftin li ser standadrkirina zimanê kurdî bê kirin.
Bi gotina semînervanî dê kêmasyên standardkirina zimanê kurdî di vê qonaxê de ji başiyên wê pitir bin û bi taybet eger zaravaya soranî bibe zimanê standard. Ji kêmasiyên di egera hewleka wiha de çê dibin bi dîtina nivîskarî ji holê rabûna 36 devokên dî yên zimanê kurdî. Wî diyar kir ku kurmancî zimanê olî yê kurdên êzdî ye û ev dê bi nebaşî kartêkirinê li ser bike û bibe egera jê dabirînê û her eynî tiştî di warê kakeyiyan û hewramaniyê de ku zimanê wan yê olî ye. Bi gotina nivîskarî yên wek ermen û siryan û laz û miletên dî yên ku bi kurdî diaxivin, ew devoka kurmancî bi kar tînin û ew jî dê di egera hewleka weha de ji me bêne dabirîn.
Wî her wiha da zanîn ku çi rastiya zanistî ji bo wê navlêkirina kurdiyê bi kurmanciya bakur û başûr nîn e û kurdî bi lênerîna wî tê dabeş kirin bo ser: kurdiya rojhelat ku ji 6 devokan pêk tê û kurdiya rojava ku ji 10 devokan pêk tê û kurdiya başûr ku ji 11 devokan û kurdiya goran ku ji 7 devokan pêk tê. Sercema wan dibe 37 li gel hersê devokên zazakî ku wan cudahiyek li gel yên dî heye.
Zeynelabidînî îşaret da wê çendê jî ku kurdan ji kevin û heta niha 11 alfabê bi kar anîne. Wî di warê rêjeya bikaranînê jî diyar kir ku piranî bi alfabêya latînî dinivîsin û di navbera %30-35 bi pîtên erebî dinivîsin. Wî xwest ku kurd yek alfabeyê bi kar bînin û bi dîtina wî baştir e hemî kurd alfabeya latînî bi kar bînin.
Nivîskar Zeynelabidîn Zinar di vê semînera xwe de bi dûr û dirêjli ser gelek meseleyên girêdayî ziman û alfabeya kurdî rawestiya û li dawiya semînerê deriyê pirsiyar û bersiv û minaqeşeyê vebû.
Ji Kulturnameyê hatiye girtin


