Diyarname
Rojnameger Azîz Koyluoglu roja 27'ê rêbendana 2025'an di êrîşeke hewayî ya Tirkiyeyê de hatiye kuştin.
Yekîtiya Rojnamegerên Azad agahiya kuştina rojnameger Koyluoglu ragihand. Roja 27'e meha borî li Ranyaya Silêmanî di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de hatiye kuştin.
Azîz Koyluoglu di sala 1976'an de li Amedê hatiye dinê. Di destpêka 2000'î de dest bi karê rojnamegerî kiriye. Wekî nûçegîhan, edîtor, midûrê nûçeyan û gerînendetiya weşanê kar kiriye.
Koyluoglu di van salên dawî de ji Hewlêr, Silêmanî, heta Kerkûk, Qamişlo û Efrînê li gelek bajaran geriya bû û xebata rojnamegerî dikir.


