Diyarname
9'emîn Festîvala Fîlman a Dubai bi dawî bû. Di festîvalê beşa Asya de Zeki Demirkubuz bi fîlmê "Yeralti" xelata Fîlmê Herî Serketî girt. Serlîstikvanê Fîlmê Engin Gunaydin jî xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt. Her wiha Rêzan Yeşilbaş jî bi kurtefîlmê xwe "Bêdeng" xelata Kurtefîlmê Herî Serketî girt.
Di festîvalê de derhêner Kim Ki-duk bi fîlmê "Pieta" wekî Derhênerê Herî Serketî hat hilbijartin.
Dîsa di beşa Dubai Ekspo 2020 Xelata Gel jî derhêner Karzan Qeder bi fîlmê "Bêkes" û Benjamin Denner, Vincent Patar jî bi fîlmê "Ernest & Celestine" girt.
Derhêner Karzan Qeder ji başûrê Kurdistanê ye û di sala 1982'yan de hatiye din. Ew niha li Swêdê dijî û bi fîlmê xwe jî ji Swêdê beşdarî festîvalê bûye. Fîlmê "Bêkes" li ser du zarokên kurd e ku ketine bin bandora fîlmê Supermen. Armanca zarokan ew e herin Amerîkayê, Supermenî bibînin û ji wî alîkariyê bixwazin.


