Diyarname
Sêrt yek ji bajarên girîng ê kurdan e. Lê di 100 salan de Sêrtê jî wekî gelek bajarên din xêr ji xwe nedî. Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan ku ji Sêrtê hatibû hilbijartin qala 100 salên Sêrtê kir.
Va ne ew gotinên Bakirhan:
- Sêrta ku ez ji wir bûm mebûs ev sed salin tiştên ji Komarê nekişand nema. Di sala 1927'an de xistin nava herêma mufetîşiya yekemîn. Piştî 1978'an bi rêveberiya dijwar* hat birêvebirin. Heta 1987'an di bin OHAL'ê (Rewşa Awarte) de her cure zilm, kuştinên kiryar nediyar dît. Ji sala 2016'an ve jî bi kayûmê tê bi rê ve birin. Bajarekî bifikirin bi dehan salên Komara 100 salî di bin rewşa awarte de derbas dike.
- Tiştê ku ez di dawî de bêjim, ez dixwazim di serî de bêjim: Dest ji 'siyaseta kurd hene lê mafên wan ên siyasî nîn in' berdin. Banga min ev e. Kurd hene, vîna wan heye, hûnê hurmetê nîşanê vê bidin.
- Bi kayûman destdanîna ser bajaran neyartiya kurdan bi xwe ye. Ev fikra kayûman ku li Kurdistanê belav dikin, rûyê dagirkeriyê yê modern e. Ev kayûma ku ev 10 sal in zêdetir dibe dagirkeriya modern e.
- Kurdan li hemberî muefetîşiyên ûmûmî ber xwe da, di salên 90'an de li hemberî tarîtiya OHAL'ê û kuştinên kiryar nediyar ber xwe da, kurdan çawa ew xistin bin erdê dîrokê, dê vê fikra kayûmkarî jî bixe binerd, ez ji vê bawer im, bila tu şika kesî di vir de nîn be.
*Not: Li vir dibêje "Siki yonetîm", me peyvek jêre nedît.
***
Nûçeya Eleqedar:


