Stenbol
Nivîskara Ozgur Gundemê Asli Erdogan ku hat girtin ji girtîgehê peyamek şand.
Parêzer Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz çûn serdana Erdogan ku nhiha li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoya Stenbolê û hevdîtin pêk anîn. Parêzeran got ku ew niha di odeya yek kesî a muşahadeyê de ye, ji ber ku heta duşemê kantîn jî girtî ye ew nikare pêdiviyên xwe jî bikire.
Nivîskar Asli Erdogan ligel parêzeran ev peyam şand:
"Moralê min baş e. Ez dizanim ez çima li vir im. Ez silavên xwe ji bo her kesî dişînim. Di nivîsên min de ne tenê azadiya ramanê, 'wijdan' jî hat darizandin. Tiştê bi pêşdaraziyên xwe hatiye hepiskirin 'wijdan' e. Wêje ji bo bi mirovan vê wijdanê bide çêkirin heye. 18 sal in min xala dijbûna şîdetê parast û min nivîsên xwe yên li Ozgur Gundemê wekî pireke aştiyê dîtin."
Chomsky girtin şermezar kir
Di vê navberê de Prof. Noam Chomsky li ser girtina Erdogan daxuyaniyek da girtina wê şermezar kir. Chomsky got, "Ev berdewama tiştên di dema dawî li Tirkiyeyê diqewimin e û girtin şermezar kir.
**
Nûçeya eleqedar:
- Nivîskar Asli Erdogan hat tewqîfkirin