Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
Behlûl Zelal
Rastiyeke gelemperî heye, “Maf nayê dayîn, tê standin.” Rêbazên mafstandinê jî cure cure ne. Ji rê û rêbazên tundî yên biçek û heta têkoþîna serkêþiya sivîl. Rastiyeke din a serketinê, domdariya dozê ye ango di têkoþînê de heter kirin e. Bi awayeke din, kevir ne bi hêza avê lê bi domdariya herikînê qul dibe. Dîrok jî rastiyekê diyarî me kiriye ku mafê ku tê xwestin bi bikaranînê bi dest dikeve.
Gelê kurd jî bi salan e, ji bo mafê bikaranîna zimanê xwe têdikoþe. Newal û çiya, deþt û daristan ji berdêlên kurdan re þahid in. Rûpelên dîrokê bi trajediya kurdan têr tije ye. Û mastereya bi tenê ye gelo kurd, li ser riwê cîhanê yê ku mafê xwe yê neteweyî nikare bikar bîne. Nîmûneya herî tenê ye zimanê kurdî yê qedexekirî. Yê li ber lingan diçe... Ev pêvajo jî roj bi roj windabûna zimanê kurdî nêzîk dike. Bila tu kes xwe naxapîne. Heke du nifþ (kal û navsere) zimanê xwe zanibin jî (ne ku bikar tînin), du nivþên nû-ciwan (ne ku bikar naynin) zimanê xwe nizanin. Ev yek dê bigihe ku derê gelo?
Tê zanîn ku îro kesên ku bi zîzî ji bo zimanê xwe tevdigerin, girtî ne. Yên dizanin zimanê xwe bikar tînin, yên nizanin jî hewl didin ku fêr bibin. Axaftina girtiyan a bi kurdî, di hevdîtinan de, di telefonê de, di ragihandina nivîskî de, tê astengkirin. Her cure pêkutî li girtiyên ku bi kurdî diaxivin têne kirin. Li ser vê yekê, girtiyên di girtîgehan de, biryareke dîrokî dane ku ew dê di her þert û mercî de û li her qadê tenê zimanê xwe (kurdî) bikar bînin.
Li gorî ramana min ev helwest (çalakî) bi qasî ku pêwîst, girîng, birûmet be ew qasî jî derengmayî ye. Ev pêngav dikare mezin bibe, fireh bibe, geþ bibe. Bi piþtgiriya hêlên sivîl, bi tevlîbûna gel a girseyî, dikare bi ser keve. Ku gel bi girseyî, ji bilî qadên sivîl, li qadên fermî jî nola daîreyên dûgelê biheter zimanê xwe bikar bînin, wekî ku qet zimanekî din nizanibin; dê hingê tu hêz nikare pêþî li ber bikaranîn û geþbûna zimanê kurdî bigire. Ji bo serkêþiya sivîl mastereya herî rasteqîn e.
Ku bidesxinek bi vî rengî pêk hat hingê, dê pêþî li ber perwerdehiya bi zimanê kurdî jî vebe. Jixwe her kes dizane ku ji bo zimanekî, perwerdehî hêmaneke jêneger e. Bêyî perwerdehiyê, bêyî ku zikê mirovan bi wî zimanî têr bixwe, her tiþt vala ye. Wekî din mirov dê ji bo çi û bi çi mebestê zimanê ku dê ji wan re bi tu awayî lazim nebe fêr bibin? Lewma divê xemxûrê zimanê kurdî, li vê pengavê xwedî derkevin û bi her awayî dewlemend û xurt bikin.