Diyarname
Konsera hunermenda rockê ya Kanadayî Aril Lavigne ya ku dê li Malezyayê pêk bihata hat qedexekirin. Sedem: Ew zêde seksî ye.
Muzîkar, bestekara rockê Avril Lavigne ya 24 salî dê 29'ê vê mehê li Malezyayê konsere pêÅŸkêÅŸ bikira, lê di kêliya dawî de konser hate betalkirin. Sedem jî wekî "zêde seksî ye" hat nîÅŸandayîn.
Partiya Îslamî ya Pan-Malezya konsera Lavigne betal kir û hezkiriyên wê xemgîn bûn.
Konser dê du roj berî Roja Serxwebuna Neteweyî ya Mazelyayê li dar biketa û hate gotin ku ew ji bo ciwanan dibe mînakeke xirab û ne li gor rewÅŸa çandî ya welat e.
Organîzatoran jî da zanîn ku berî niha bi çend rojan bilêtên konserê hatine firotin jî û betalkirineke wisa dê zirarê li tûrizma welat bixe.