Diyarname
Derhênerê amerîkî Mel Stuart ku bi belgefîlmên xwe dihat nasîn wefat kir.
Derhêner Mel Stuart (83 salî) ev demeke ji ber qansêrê dihat dermankirin. Derhêner roja 12'ê mehê li mala xwe ya li Beverly Hillsêwefat kir.
Wî heta niha ji 180 zêdetir fîlm kişandine, herî zêde jî bi belgefîlmê bi navê "Fourd Days in November" ku li ser suîkasta li hemberî John F. Kennedy bû hat nasîn û bi vî belgefîlmî di sala 1965'an de bû berendamê xelata Oscarê.
Derhêner Stuart di sala 1971'ê de fîlmê nivîskarê navdar Doald Dahl ê bi navê "Willy Wonka and the Chocolate Factory (Willy Wonka û Fabrîkeya Çîkolatayê)" kişandibû


