Diyarname
Li Amedê diz ketin ofîsa Weşanên Lîs û zerarek mezin dan weşanxaneyê.
Weşanên Lîsê ku navenda wê li Amedê ye bi diziyekê re rû bi rû ma. Roja 7'ê mehê serê sibê dema xebatkarên weşanxaneyê çûn navenda weşanxaneyê dîtin ku derebe birîne û ji wê derê hin ketine hundir. Dema xebatkar ketin hundir dîtin ku kompîturên wan hatine dizîn.
Xwedî û edîtorê weşanxaneyê Lal Laleş li ser vê diziyê agahî da me û got ku du kompîturên wan, monîtorek wan a LC, "yazar kasa" (kaseya ku pê firotina pirtûkan û pereyên jê girtine diyar dike) dizîne.
Tiştê nexweş jî ew e ku hemû agahiyên weşanxaneyê di van kompîturan de bûne. Lal Laleş wisa got: "Mexdûriyeta me ji kompîturan wêdetir hemû berhemên me di vê de bû; pirtûkên me yên ku çap bûne, yên niha ji bo çapê em li ser dixebitiyan di van kompîturan de bûn. Hemû projeyên me têde bû. Yanê hemû arşîva me çû. Jê xirabtir jî hefteyeke berê hardîska me ya xweser jî şewitî ku arşîva di wir de jî têk çûbû."
Li ser diziyê gazî polîsan kirine û polîsan bûyer qeyd kiriye; dê lêkolînê bikin, lê divê bê gotin ku li Amedê dizên diziyên wekî vê heta niha zêde nehatine dîtin.


