Diyarname
Maça fînalê ya Kûpaya Îngilistanê îro li Stada Wembley a li Londanê di navbera Aston Villa û Manchester City (MC) de hat lîstin.
MC di temamê maçê de serketî bû. MC di deqîqeya 20'î de bi gola Sergio Aguero bi 1-0 derket pêş û di deqîqeya 30'î de bi Rodri encam kir 2-0. Aston Villa di deqîqeya 41'ê de bi lîstikvanê xwe Mbwana Samatta bersiv da lê vê yekê têrê nekir.
MC Di 7 salên daw3i de 5 caran fînala vê kûpayê lîst, bû 3 caran ser hev de bi ser dikeve. MC di salên 1970, 76, 2014, 16, 18, 19 û 2020 bi temamî 7 caran ev kûpa biriye mala xwe.
Di van 4 carên ku MC'ê ev kûpa girtiye de Teknîk Dîrektorê wan Pep Guardiola ye. Guardiola bi vê kûpayê di jiyana xwe ya teknîk dîrektoriyê de (Barselona, Bayer Munih, MC) bû 29 kûpayan digire.