Diyarname
Yek ji rêveberên Afrîkaya Başûr ku li hemberî rejima nijadperest apartheid têkoşîn dabû di 90 saliya xwe de mir. Tutu yê ku ji Filistîn, Tîbet heta meseleya kurdan ketibû nava hewldanê di sala 1984'an de Xelata Nobelê ya Aştiyê girtibû.
Navê wî yê dirêj Desmond Mpilo Tutu ye û di sala 1931'ê de li Komara Afrîkaya Başûr hatiye dinê. Jiyana wî di nav têkoşînê de derbas bûye. Li hemberî rejima nijadperest apartheid têkoşîn dabû. Dema "Komîsyona Lihevkirin û Heqîqetê" ya ku ji bo li ser sûçên dema apartheid lêkolîn bike hatibû avakirin ew jî bûbû serokê komîsyonê. 10 salan serokatiya vê komîsyonê kir. Wî ji bo gelên bindest jî hewl da. Ji bo kurdan jî gelek caran îmze avêt bin metnan. Di qada navneteweyî de ew yek ji dostên kurdan bû. Herî dawî par nameyeke ji bo reveberên Tirkiyeyê xandibû ku pirsgirêka kurd bi rêya çareseriyê bê helkirin lê Tirkiyeyê name negirtibû û bi paş ve şandibû.


