Diyarname
Piar Araştirmayê li 26 bajaran ligel 1266 kesî bi rêbaza CATI (Bi piştgiriya kompîturê anketa bi telefonê) anketek saz kiriye.
Di anketê de CHP bûye yekemîn, AKP duyemîn, ya herî balkêş jî Zafer Partisi ye ku bi sedî 13 dengan bûye sêyemîn.
Anket di navbera rojên 15-17'ê vê mehê de hatiye sazkirin.
Li gor PİAR'ê wan ji kesên temen di navbera 18-24'an de pirsiye; "Vê yekşemê hilbijartin çêbe hûnê dengê xwe bikin kîjan partiyê?"
Sedî 32,4 gotiye CHP, sedî 23,6 gotiye AKP. Zafer Partisi bi sedî 13 di rêza sêyem û MHP bi sedî 8,2 di rêza çaran de cih girtiye.
Yên gotine Yeşîl Sol Partî bi sedî 7,1 di rêza pêncan de cih girtine.
Ji partiyên din Îyî Partî sedî 5,5, YRP sedî 3,5, TÎP sedî 2, MTP sedî 1,6, Yerli ve Milli Parti sedî 0,9, yên din sedî 2,2.


