Diyarname
Duh li Bendava Tişrînê di encama êrîşa balafirên Tirkiyeyê de 5 sivîl miribûn û 15 kes birîndar bûbûn. Yek ji birîndaran jî şanoger Bavê Teyar bû. Bavê Teyar îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Şanoger Bavê Teyar bi navê xwe yê nasnameyê Cuma Xelîl İbrahim di sala 1957'an de li Qamişloyê hatiye dinê. Ji salên 1990'î ve karê şanoyê dike. Heta niha di gelek lîstikan de lîstiye.
Ew jî ligel gelek sivîlan ji bo parastina bendavê çûbû Bendava Tişrînê. Di êrîşa duh de bi giranî birîndar bû.
**
Nûçeya Eleqedar:


