Diyarname
FIFA'yê serketiyên salê yên 2024'an eşkere kirin û li Dohaya Qetarê xelat dan wan. Îsal 9'emîn car e FIFA van xelatan dide.
Lîstikvanê Real Madridê Vinicius Juniar xelata Lîstikvanê Fûtbolê yê Heri Serketî yê Mêr hat hilbjartin. Xelata Lîstikvana Herî Serketi dan lîstikvana Barselonayê Aitana Bonmati.
Teknîk Dîrektora Tîma Neteweyî ya DYA'yê Emma Hayes xelata Teknîk Dîrekora Herî Serketî girt. Xelata Teknîk Dîrektorê Herî Serketî jî dan TD'yê Real Madridê Carlo Acelotti.
Lîstikvanê Manchester Unitedê Alejandro Garnacho gölek avêtibû Evertonê, ev gola wî wekî gola salê hat hilbijartin û Xelata Puskasê ya FIFA'yê girt.
Di şevê de ev xelat jî hatin belavkirin:
- Qeleparêzê herî serketî: Emiliano Martinez
- Qeleparêza herî serketî: Alyssa Naeher
- Xelata Fair Play: Thiago Maia. Di meha gulanê de li Brezîlyayê lehî rabûbû. Di nav lîstikvanên çûn alîkariya gelê ketine bin bandora lehiyê forvetê Internacionalê Thiago Maia hebû. Ji ber vê ew hêjayî xelatê hat dîtin.
Xelata Temaşevanê/a herî baş jî dan Guilherme Gandra Moura. Moura temaşevanê Vasco da Gama ye ku hê 8 salî ye. Ew bi nexweşiyeke genetîkî ketibû. Lîstikvanên tîma Vasco da Gama li nexweşxaneyê her çûbûn serdanê. Dema ew ji nexweşxaneyê derket jî ligel lîstikvanên din hat ba hev.
Li aliyê din di şevê de 11'ên Herî Serketî jî ev hatin hilbijartin:
- Martinez
- Carvajal
- Rudiger
- Dias
- Saliba
- Bellingham
- Rodri
- Kroos
- Yamal
- Vinicius Junior
- Haaland


