Diyarname
Di serdema Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de çetel û kefçiyên ku Hîtler bikar anîbûn di mezatê de hatin firotin. Mezat li Dorseta Îngilistanê li dar ket û bi 12 hezar û 500 Euroyî hatin firotin. Li gor nûçeya di BBC de Muzexaneya Sherborne's mezat li dar xistiye. Di mezatê de koma amûran ku du kom kêr, du kor kefçî û sê kom jî çetel hebûn.
Li gor agahiyan ev ji bo 50'emîn rojbûna Hîtler hatine amaderekirin, li ser wan logoyê ji wêneyê qertelê Naziyan, xaç û tîpa serî ya navê Hîtler hene.