logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
news-details

Xelata Arjen Arî hat dayîn

Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî bi merasima xelatdayînê temam bû. Îro li Amedê Narîn Yukler ku di pêşbaziyê de bi ser ke

  • Dîrok: 17/05/2017
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî bi merasima xelatdayînê temam bû. Li Amedê, Narîn Yukler ku di pêşbaziyê de bi ser ketibû xelata wê hat dayîn.

Malbata Arî, Weşanên Evrensel û Weşanên Lîsê ev çend sal in ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî "Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî" li dar dixin. Di pêşbaziyê de dosyaya ku bi ser dikeve paşê wekî pirtûk çap dikin. Îsal dosyaya Nalîn Yukler bi ser ket. Ji bo dayîna xelatê îro li Şaxa Yekemîn a Egîtîm-Sena Amedê merasim hat lidarxistin. Axaftina destpêkê ji aliyê nivîskar Îsmaîl Dîndar ve hat kirin. Dîndar got: "Bi OHAL'ê (Rewşa Awarte) re weşanxane, komele, televîzyonên li ser kurdî xebatê dikin hatin girtin. Lê ev yek nikarin pêşî li me bigirin, nikarin ev eşqa ziman a dilê me ji me bigirin."
Di merasimê de helbestan "Şergele" ku Arjen Arî xwendibû wekî sînevîzyonek hat nîşandayîn; xweşka Arê Necla Arî jî axivî û got ku wekî xwendrevanek ew dibêje ku gelek dosyayên baş ji bo pêşbaziyê hatine û xwest weşanxaneyên kurd wan çap bikin.
Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Reşo Ronahî li ser navê Nalîn Yukler xelat dana nivîskar Îlhamî Sîdar ku xelatê bigihîne wê.
Juriya Pêşbaziya Arjen Arî ligel Xelata Taybet a Pêşbaziyê li ser navê Akademîsyenên Aştiyê da akademîsyen Esra Mungan. Mungan xelata xwe ji destê Hevserokê PEN'a Kurd Osman Ozçelîk girt.
Mungan di axaftina xwe de wisa got: "Kurdî li vê erdnîganiyê wêje, helbest û muzîkê diafirîne, ev yek gelek bi qîmet e û dê qet winda nebe, berevajî xurtir bibe. Xeyala min ew e, li vê erdnîgariyê çawa yên ku zimanê wan ê zikmakî ne tirkî ye lê Nazim Hîkmet dixwînin û fêm dikin, yên ku zimanê wan ê zikmakî ne kurdî ye helbestên Arjen Arî bi kurdî bixwînin û tehmê jê bigirin. Ji bo vê yekê divê em têbikoşin. Ji ber ev xelat ji vê erdnîgariyê dane Akademîsyenên Aştiyê ez gelek girîng dibînim. Cihek wê yê girîng heye. Ger em dixwazin li vî welatî aştiyê saz bikin bi qasî yên aliyê rojhilatê Firatê, yên li aliyê rojava jî divê dest bidin aştiyê, ev yek berpirsiyariya me ya hemûyan e."
Ozçelîk jî diyar kir ku berdêl çi dibe bila bibe wan aştî qîriyaye, keda vê ji bo pêşketina civakê heye.

Narîn Yukler kî ye?
Helbestvan Narîn Yukler ku bi dosyaya xwe bi ser ket di sala 1988'an de li Wêranşara Rihayê hatiye dinê, li Entabê zanîngeh xwendiye, ji ber rewşa siyasî ji sala 2014'an ve wekî penaber ji mecbûrî li Zaxoyê dijî. Ew zewicandî û diya zarokek e. Yukler ligel kurdî bi tirkî jî dinivîse û par di pêşbaziya "Altin Defne Genç Şiir Odulu" de xelata taybet a juriyê girtibû. Heta niha helbestên wê di gelek weşanan de hatine weşandin. Helbestên wê li flemenî û urducî jî hatine wergerandin û weşandin.
**

Nûçeya eleqedar:

- Di Pêşbaziya Arjen Arî de 'Rê û Rêç' bi ser ket

 

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Kerwan' a Reşîdê Kurd gihîşt ber destê xwendevanan

ad

Ji 4 nivîskarên kurd 4 nivîsên nû

ad

Platforma Parastina Sûrê dê li dijî biryarê bixebite

ad

Qubad Talebanî: YNK û PDK wê bi lîsteyên cuda beşdarî hilbijartina Iraqê bibin

ad

Fenerbahçe daxistin, Trabzon şandin

ad

Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hat definkirin (Hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname