Amed
Îro roja dawî ya Fûara Pirtûkan a Amedê ye. Gelek kes çûn fûarê, Hevserokên DBP'ê jî li fûarê bûn.
Hevserokên DBP'ê Kesîn Bayindir û Çigdem Kiliçgun Uçar li Fûara Pirtûkan a Amedê çûn serdana weşanxaneyên kurdan.
Hevserokên DBP'ê yek bi yek çûn serdana standan û paşê çûn serdana standa Weşanxaneya Aramê ku polîsan dest danîbû ser çend pirtûkên wan. Hevserokên DBP'ê li standa weşanên Belgeyê pirtûka Zeki Bayhan ê ku ev 27 sal in girtiye îmze kirin.
Aktîvîstê TJA'yê (Tevgera Jinên Azad) Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel jî ji bo piştgirî pêşî çûn serdana Aramê pirtûk îmze kirin, düre çûn serdana Weşanên Yordamê û pirtûka siyasetmedarê girtî Alp Altinors îmze kirin.
Vîdeoya vê serdanê:
***
Hin nûçe-nivîsên eleqedar:
- Weşanên Sar pirtûkên Helîm Yûsiv ji nû ve çap kirin
- Weşangeran destdanîna ser pirtûkan şermezar kir
- Li Fûara Amedê dest danîn ser pirtûkek din jî
- Seta pirtûkên di Pêşbaziya Arjen Arî de bi ser ketin çap bû
- Polîsan dest danî ser 3 pirtûkan
- Fûara Pirtûkan a Amedê dest pê kir
- Va ne hemû çalakiyên weşanxaneyên kurdan (Fûara Amedê)
- Nêzî 30 weşanxaneyên kurdan ên dê herin Fûarê Pirtûkan a Amedê diyar bûn


