Milano
Di hilbijartina herêmî de harêzerê Ocalan ê bi navê Giuliano Pisapia bi ser ket û bû Şaredarê Milano.
Hilbijartina herêmî ya Îtalyayê 15-16'ê gulanê de bi tûra yekemîn li dar ketibû ûtûra duyemîn jî roja 30'ê gulanê li dar ket.Di hilbijartinê de li Mîlanoyê Giuliano Pisapia ku bi ser ket û bû şaredar yek ji parêzerên Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Îtalyayê bû.
Giuliano Pisapia li hemberî şaredarê niha Lettizia Moratti sedî 55,1 ê dengan girt û bi ser ket. Şaredarê niha Moratti ji partiya rasgir a serokê wê Silvio Berlusconî bû. Giuliano Pisapia ku bi ser ket jî berendamê çepgiran bû.
Li Napolî jî çepgir bi ser ketin
Li Îtalyayê encameke din a balkêş jî li Napoliyê derket holê. Li Napoliyê berendamê rastgiran Gianni lettire di tûra yekemîn ed bi ser ketibû lê di tûar duyemîn de berendamê çepgiran Luigi De Magistris sedî 65,37'ê dengan girt û bi ser ket. De Müagistris ê çepgir bû Şaredarê Napolî.
Digel Napoli û Milano li cihên wekî Cagliari, Trieste û Grosetto jî berendamên çepgiran bi ser ketin û coş da muxalefetê.