___Cemil Oguz___
8'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê îsal ji aliyê DTSO û TUYAP'ê ve tê organîzekirin. 29 weşanxaneyên kurdan û hin komele û weqfên kurdan jî standê vedikin. Gelek çalakiyên bi kurdî jî li fûarê hene. Ji YEWKURD'ê Azad Zal got, "Em li bendê ne mîlyonek însan bên fûarê."
TUYAP ku her sal gelek fûaran organize dike, fûara pirtûkan jî li gelek bajaran organîze dike. Piştî 4 salanê navberê TUYAP dîsa li Amedê ye. Fûara ku bi hevkariya DTSO (Odeya Bazirganî û Sanayî ya Amedê) û TUYAP'ê bi navê "Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê" li dar dikeve 30'ê vê mehê dê deriyên xwe veke. Fûar 8'ê meha pêşiya me dê bi dawî bibe.
'JI BO BAŞ DERBAS BIBE ME HEWL DA'
Di amadekirina fûarê de YEWKURD'ê her di nav tevgerê de bû. Li ser amadekariyên fûarê, beşdariya weşanxaneyên kurdan me serî li yek ji rêveberên YEWKURD'ê (Yekîtiya Weşangerên Kurd) Azad Zal da. Zal got ku di vê serdemê de ji rêveberiya YEWKURD'ê wî, Jêhat Rojhilat, Hakki Boltan û Bawer Berşev di pratîkê de ked da, dan û standin çêkirin û hemû weşanxaneyên kurdan tevlî fûarê kirin. Zal wisa dom kir: "Me bi rêveberiya TUYAP'ê re hevdîtin kirin, şertên xwe gotin, me got divê ji bo hemû weşanxaneyên kurdan baş nêzikatî çêbibe. Aliyê weşanxaneyên me ve kêmasî çêbin em berpirs in, lê ji aliyê ewlehî, bi cihkirina li salonan filan kêmasî hebin hûn berpirs in. Bi taybetî em li ser ewlehiya weşanxaneyên kurdan sekinîn. Me got mudexele hebe em nayên, tiştek hebe ji me re bêjin. Bi vî awayî me organîzasyoneke baş çêkir."
'MÎLYONEK ÎNSAN DÊ BÊN FÛARÊ'
Zal dibêje piştî hevdîtinan ji bo fûarê Tuyap û DTSO çûne cem walîtî û ev yek lê zêde kir: "Walîtî soz daye ji dibistanan jî xwendekaran bîne fûarê. Şaredarî jî di birin û anîna wan de dê alîkar be. Em li bendê ne mîlyonek însan werin fûarê."
Azad Zal diyar kir ku reklamek baş tê kirin, mêvanên derve tên, ew li otelan bi cih dikin, pergalek baş saz kirine û gotina xwe wisa temam kir: "Em wekî YEWKURD gelek xebitîn ku ji par baştir reng û dengê kurdî kurdewarî hebe. Di bicihkirina weşanxaneyan de jî me hewl da ji bo cihekî baş, weşanxaneyên kurdan li hemû salonê belav bûne. Dîsa komeleyên kurdan jî dê beşdar bibin. Em li hêviyê ne fûarekî baş derbas bibe."
HEMÛ WEŞANXANEYÊN KURDAN LI WIR IN
Li gor lîsteya me ji organîzetoran girt 26 weşanxaneyên ku piranî bi kurdî weşanê dikin bi awayekî fermî têde hene; hin weşanxane jî di nav weşanxaneyên din de pirtûkên xwe pêşkêş dikin ku ev hejmar derdikeve 29'an. Ji bilî van hin weqfên kurdan û komeleyên kurdan jî hene. Ev weşanxaneyên kurdan li Salona 2'yan dê cihê xwe bigirin: Ava (Stand no), Aram (Stand no 230), Aryen (Stand no 202), Avesta (Stand no 233), Azad (Stand no 207B), Belkî (Stand no 221), Bêjing (Stand no 207A), Dara (Stand no 216), Deng (Stand no 214), Doz (Stand no 234A), J&J (Stand no 201), Lîs (Stand no 254B), Lorya (Stand no 224), Ma Music (Stand no 213), Morî (Stand no 255B), Na (Stand no 235:), Nûbihar (Stand no 239), Pal (Stand no 219A), Payîz (Stand no 203), Peywend/Lonya (Stand no 224), Ronya (Salon 1, stand no 14), Sar (Stand no), Sîdar (Stand no 220), Sîtav (Stand no 235A), Tîgrîs (Stand no 306A), Vate (Stand no 211), Wardoz (Stand no 215), Zîlan (Stand no 208A), Zîz (Stand no 209). Li aliyê din di nav lîsteya fermî ya TUYAP'ê de nîn be jî weşanên Do, Weşanên Roşna jî li fûarê ne, ligel weşanxaneyên din.
Li aliyê din ji weqfên kurdan Weqfa Îsmaîl Beşikçi (Salon 2, no 226) û Weqfa Mezopotamyayê (Salon 2, no 217) jî standê vedikin. Dîsa ji komeleyên kurdan Komeleya Wêjekarên Kurd, SOZDER (Komeleya Lêkolînên Çand Dîrok û Wêjeya Devkî) jî dê li fûarê bin.
Fûar heta 8'ê berfanbarê her roj di navbera saetên 10,00 - 19.00'an de dê vekirî be.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
"3 Deqe ligel Cemil Oguz"



