Diyarname
Fûara Pirtûkan a Îzmîrê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin îsal dê di navbera 11-18'ê avrêlê de li dar biketa lê ji ber vîrusa korayê hatibû bi paş ve xistin. Niha hat diyarkirin ku dê payîzê li dar bikeve.
Li gor daxuyaniya amadekarên fûarê wan diyar kiriye ku 25'emîn Fûara Pirtûkan a Îzmîrê îsal di navbera 28'e sermawezê û 6'ê berfanbarê de li dar bixin. Fûar dê li Qada Fûarê ya Navneteweyî ya Îzmîrê li dar bikeve.