Diyarname
Piştî mirina helbestvan Arjen Arî li ser navê wî "Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî" hate li dar xistin û cara pêşî di sala 2014'an de xelat hat dayîn. Her dosyaya ku bi ser ket wekî pirtûk hat çapkirin. Niha ew dosya hemû wekî set hatin çapkirin û tê belavkirin.
Ji serdema destpêka pêşbaziyê de navê weşanxaneya amadekar guherîbe jî naverok, amadekar û daxwaza domandina pêşbaziyê neguheriye. Niha Weşanên Sor vê pêşbaziyê organîze dike. Pirtûkê wekî set hatine çapkirin jî bi navê Weşanên Sor hatine çapkirin û belav kirin.
Ji 2014'an heta 2013'yan hemû pirtûkên xelat girtine di nav setê de hene.
Va ne ew pirtûk:
- Selamî Esen, Qijikên Xêrê (2014)
- Yehya Omerî, Anatomiya Demsalên Zer (2015)
- Narîn Yukler, Rê û Rêç (2017)
- Emerîkê Sidîqayê, Vê Lehzê Vê Payîzê (2018)
- Miradê Miradan, Radîşo (2019)
- Suat Baran, Elbakof (2020)
- Welat Esen, Ev Rû Ev Xerîbî (2021)
- Bahadîn Akhan, An Jî Gilî Gotinên Ser Hatinê (2022)
- Rêzan Diljen, Deftera Qetayî (2023)
Not: Weşanên Sor îsal beşdarî Fûara Pirtûkan a Amedê nebûye lê pirtûkên wan li standa Pirtûkakurdî hene.
***
Nûçe û nivîsên Eleqedar:
- Fûara Pirtûkan a Amedê dest pê kir
- Va ne hemû çalakiyên weşanxaneyên kurdan (Fûara Amedê)
- Nêzî 30 weşanxaneyên kurdan ên dê herin Fûarê Pirtûkan a Amedê diyar bûn