Diyarname
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî xebata xwe ya payîzê dide dest pê kirin: "Akademiya Îsmaîl Beşîkçî ya Payîzê". Akademiya vê payîzê bi sernavê "Di sedsala 17'emîn û 18'emîn de Kurdistan" li dar dikeve. Xebat ji 14'ê vê mehê heta 18'ê meha pêşiya me pênc hefteyan li dar dikeve.
Li gor agahiya weqfê, ji bo serîlêdanê dema dawî 9'ê vê mehê ye. Ders her şemî di navbera saet 14.00-17.00'an de li dar bikevin.
Di vê serdema akademiyê de bi sernavê "Panaromaya Rojhilatê Kurdistanê di Sedsala 17 û 18'an de", "Di Sedsala 17'an de li Kurdistanê Têkoşîna Sefewî û Osmaniyan û Rolên Mîrektiyên Kurdan", "Aboriya Siyayî ya Eşîran: Mînaka Ayntaba (Dîlok) Osmanî", "Di Sedsala 17'an de Nêrîneke Siyasî û Civakî li Kurdistanê", "Keşifkirina Ehmedê Xanî di Pêvajoya Avakirina Kanoneke Neteweyî de bi Berawirdkirina Sedsala 17'an û Serdema Modern" 5 ders hene.
Ji bo têkilî:
- LÎNKA SERÎLÊDANÊ-AKADEMÎ


